Kurê xwe Reşit li Girê Çolya neviyê xwe Reşit di komkujiya Silopiya de winda kir
10:29
JINHA
ŞIRNEX - Dayika Vesîle Eren a li dijî zilm û zora dewletê li ber xwe dide di nava emrê xwe yê 72 salan de jî weke ku dîroka berxwedana Kurdistanê parastiye. Eren ji bo ku bîranîna kurê xwe Reşît Eren ê di komkujiya Girêçolyayê winda kir bide jiyandin, li neviyê xwe kir, lê neviyê wê jî li Sîlopiyê di êrîşên qirkirinê de hate qetilkirin. Dayika berxwedêr li dijî êrîşên dewletê sekna xwe wiha anî ziman: "Dive dewlet hesabê bide min, heta ez dimirim jî ji dewletê gilîdar im. Heta ez ji dewletê hebas nepirsim ez ê nemirim."
Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê piştî ku berxwedana xwerêveberiyê dest pê kir 3 caran qedexeye derketina kolanan hate îlankirin û li dijî gel êrîşên qirkirinê pêk hat. Bi dehan kes hatin qetilkirin bi sedal mal û karkeh hatin xirakirin. Li navçeya ku hatiye xirakirin gel niha gav bi gav cih û warên xwe ji nû ve înşa dike. Li taxa Cûdiyê ku hate kirin jî jiyan bi destê jinan ve ji nû ve tê hûnandin.
Di emrê xwe 72 salan de weke berxwedana Kurdustanê veşartiye
Dayika bi navê Vesîle Eren a ku di temenê xwe yê 72 salan de êşa 2 zarok û neviyekî xwe dîtiye û çîroka berxwedan û koçberiyê di emrê wê de veşartiye ji gundê Girêçolyayê di 1989'an de bi zorê hatiye koçberkirin. Piştî koçberbûn şunda Vesîle bi malbata xwe re ji wan salan heta îro li taxa Cudî ya Silopiya têkoşîna xwe ya li hemberê polîtîkayên dewletê li ser wan didomîne. Vesîle wiha axivî: "Ez nemirim ji ber ku hesebê ku ez ji dewletêbipirsim heye.
Heta ez sax bim ez ji dewletê gilidar im." Dayika Vesîle li pêşberê avahiya xwe ya hatî hilweşandin û temaşe kirina çiyayê Cudî, neviyên xwe derdora xwe kom dike û dest pê vegotina rastiya dewletê û têkoşîna xwe ya bi salan dike.
Di serhildana Botanê de dayikek
Çîroka dayika Vesîle digihije serhildana Silopiya ya ewil a 1989'an û demên ku dewleta tirk li Kurdistanê dest bi komkujiyên mezin kirî. Hêzên dewletê li ser gundê Girêçolya digire û di operasyona hêzên dewletê de 6 welatiyên çûne giha dûrînê bi darekê ve girê didin û qetil dikin. Hêzên dewletê bi qetilkirina welatiyan ve namînin û 6 welatiyan li helîkopterê siwar dikin û wan davêjin li ber avahiyên Qaymeqamiya Sîlopiyê. Gelê Silopiya dixwaze cenazeyên xwe werbigirin lê ji aliyê hêzên dewletê ve tên astengkirin. Lê gelê Silopiya rabûn serhildanê û bi meş li ber avahiya qeymaqamiyê lidarxistin û avahiya qeymaqamtiyê şewitandin û cenazeyên xwe rakirin.
'Ez ne pere dixwazim, edaletê dixwazim'
Dayika Vesîle qetilkirina kurê xwe ji bîr nake û ji bo darizandina kujerên kurê xwe têdikoşe, lê kujerên kurê dayika Vesîle jî wekî hezaran zarokên dayikan hê jî nehatiye darizandin. Wan salan Serokwezîrê Tirkiyeyê Bûlent Ecevît bi hevsera xwe re dayika Vesîle ziyaret dike û pêşniyara tezmînatê dike. Dayika Vesîle jî bi gotina "Ez kujerên kurê xwe ji we dixwazim, hûn tewahî Silopiya jî li ser navê min tapo bikin jî min nebe. Ez ne pere dixwazim, edaletê dixwazim" bersiva Ecevît dide û pêşniyara tezmînatê jî red dike.
'Nehêlan ez kurê xwe hembêz bikim'
Dayika Vesîle şahidiya polîtîkayên dewletê ya 72 salan jî dike û kiryarên dewletê ya li ser Kurdistanê wiha vedibêje: "Dema li gund kurê min hate qetilkirin ez li ser banê bûm. Dengê çekan hat û dilê min ji min çû. Qêrînên min çû ber asîmanan ve û min bi gotina 'Reşît kuştin' qîr kir. Gundî li ser serê min kom bûn. Bawer nekirin lê ez dayik im min dizanim kurê min kuştin. Kurê min nû ji leşkeriya tirkan hatî bû. Cilên wî jî sivîlî bû bi darê ve girê dan û qetil kirin. Nehêlan ez bi dilê xwe kurê xwe hembêz bikim. Min bi zorî kurê xwe defin kir. Keça min jî 13 saliya xwe winda bû û hê niha jî nizanim dijî ango miriye."
'Bêje PKK'ê kurê min kuştiye'
Dayika Vesîle anî ziman tu caran zilma dewletê li ser wan kêm nebûye û axaftina xwe wiha domand: "Dema em koçberê navçê bûn, gazî min kirin û gotin were îfade bide û bêje 'PKK'ê kurê min kuştiye'. Ji min re gotin 'Tu çi bixwazî em ê bidin te'. Lê min her carê jî deriyê bêhiqîqiyê li ser rûyê wan girt. Tu hêz nikare rastiyê vegerêne derewê."
'Heta ez hesabê ji dewletê naxwazim ez namirim'
Dayika Vesîle da zanîn ku ew ji bo jiyandina kurê xwe neviyê xwe bi navê Reşît bi nav kiri bû û wiha berdewam kir: "Dewlet vê carê Reşît'ê min bi topa hewanê qetil kir û dayika wî ji birîndar kir. Niha jî ji bo xirakirina avahiya min tên û diçin. Ez vê qebûl nakim. Heta dawiyê jî ez ê li hemberê vê talanê bim. Heta ku ez ji dewletê hebas nepirsim ez namirim."
(kom/zt)