Rojnameger Gazal Avanaş a ku ji aliyê PDK'ê ve hatî girtin ket gireva birçîbûnê

10:35

JINHA

HEWLÊR - Rojnameger Gazal Avanaş a ku ji aliyê PDK'ê ve li Duhokê hatî girtin hat zanîn ku dest bi gireva birçîbûnê kir.

Rojnameger û pêşkêşvana Sterk TV yê Gazal Avanaş (aysel Avesta) ya ku li Başurê Kurdistanê dema xwest ji Şengalê derbazî perestgeha Êzidiyan Laleşê bibe di 19 gulanê de ji aliyê Asayişa PDK'ê ve hat binçavkirin. Gazal a ku dema xwest di cejna êzidiyan bikêşe destura çuna wê nehat dayîn û hat binçavkirin, paşê jî hatî girtin birin bajarê Duhokê yê Başurê Kurdistanê.

Pêşmergeyek ê ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku Gazal a dema hatî girtin teslîmî teşkilata îstixbaratê kirin ji dema hatî girtin heya niha di girevabirçîbûnê dene û ji ber nahêlin dermanê xwe bixwe tenduristiya wê nebaşe.

Di Sterk TV de weke nûçeya lezgîn hat dîtin ku Gazal Avanaş dest bi gireva birçîbûnê kiriye.

(zt)