Divê di lihevkirina YNK-Goran de cîh bê dayîna mafê jinan'
10:42
JINHA
KERKUK - Parlementera Tevgera Goran Şîrîn Reza da zanîn ku di hevgirtina Tevgera Goran û YNK'ê de cîh ji mafê jinan re nehatiye dayîn û got: “Divê di lihevkirinê de têkildarî mafê jinan xalek bê zêdekirin."
Di 17’ê Gulanê de li bajarê Silêmaniyê Tevgera Goran û YNK’ê lihevkirina navbera xwe ku ji 25 xalan pêk dihat îmze kirin. Parlamentera Tevgera Goran li parlamentoya Iraqê Şirîn Reza der barê lihevkirinê de diyar kir ku di lihevkirinê de ti xalek taybet girêdayî mafê jinan nîne û wiha domand; “Di dema li îmzekirina lihevkirinê de ji Tevgera Goran ti parlamenterek jin amade nebû. Ji YNK’ê jî tenê Hêro Îbrahîm Ehmed amade bû.”
Parlamenter Şirîn Reza destnîşan kir ku ew daxwaz ji Tevgera Goran û YNK’ê dike di lihevkirinê de cih ji mafê jinan re jî bêdayîn û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Divê di lihevkirinê de têkildarî mafê jinan xalek bê zêdekirin. Ji ber li Iraq û Herêma Kurdistanê rêjeya tevlîbûna jinan di qada siyasetê de ji ya zilaman kêmtire. Pêwîste ji bo beşdarbûna jinan kota were diyarkirin.”
(zt)