Li hember êrîşan berxwedana Şirnexê di roja 70'an de ne

11:48

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê di roja 70'emîn de êrîşên dijwar pêk tên. Li bajar leşkerî ku jiyana xwe ji dest da û lê balkêş e di daxuyaniya fermî de artêşê navê wî aşkera nekir.

Li Şirnexê ku li dijî êrîşên qirkirinê 70 roj in berxwedana xwerêveberiyê berdewam dike pevçûnên dijwar diqewimin. Li bajar bi şev dengê pevçûnan kêm bûbû, çekên giran ên li ber wesayîtên zirxî hatine bicihkirin dem bi dem tax hatin gulebarankirin. Serê sibehê jî taxên Yenîmahalle, Aydinlikevler û Bahçelîevlerê pevçûnên dijwar qewimîn.

Taxa Bahçelîevlerê ku êrîşên dijwar pêk tên ber bi dem bi obusan ve tê bombebarankirin li dora taxê jî pevçûn diqewimin. Der barê encama pevçûnên ku bi saetan e berdewam dike de hê jî agahî nehatiye girtin.

Li taxa Aydinlikevlerê jî dengê çekan tê û piştî pevçûnên li taxê qewimin li hin avahiyan dû bilind bû.

Li taxên Gazîpaşa, Îsmetpaşa û Cumhuriyetê jî hate hînbûn ku hêzên dewletê bi sedan mal dan ber agir. Ji ber malên ku hatin xirakirin li herdu taxan jî dû bilind dibe û li asîmanên taxan belav bûye.

Li bajar û çoltera bajar jî bi şev tevgera balafirên bêmirov (ÎHA) û helîkopteran hebû.

Li aliyê din leşkerekî ku ji aliyê endamên YPS û YPS-JIN'ê hatibû birîndarkirin û li GATA'yê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Di malpera artêşê de nav û paşnavê wî balkêş e nehat aşkerakirin.

(kom/zt)