'Sûr rihê me ye, emê desturê nedin ku rihê me bigirin’

11:58

JINHA

AMED – Piştî qedexeya li Sûrê ya ku 175 rojan berdewam kir, duhli 12 kolanên girêdayê 3 taxan hat rakirin lê kenê ketin 6 kolanan. Jineke ku ji sîwaneyê mala xwe temaşe kir got: “Ezê niha çawa biçim ji zarokên xwe re bêjim mala me tine, Sûr tine. Ev der rihê me ye. Kes wê nekaribe rihê me ji me bigire.

Li navçeya Sûrê ya Amedê ji 2’ê Kanûna 2015’an heta niqa qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û 176 rojin berdewam dike. Li 12 kolanên girêdayê 3 taxan qedexe hat rakirin, lê tenê li 6 kolanan hatiye rakirin. Welatiyên ketin taxan li dijî dîmenên ku dîtin matmayî man. Welatiyên derketin ser avahiyeke mezin, dîtin ku kolanên ku hatibûn qedexekirin êdî tinene. Hema hema 17 kolan bi tevahî ji holê hatiye rakirin. Gel bertek nîşanê vê da û diyar kirin ku ewê serî netewînin û ger hewcebe wê kon vedin û li Sûrê bijîn.

‘Tayyîp Erdogan berpirse’

Jinekê ku ji ber kavilan xaniyê xwe nedît, got wê denga xwe dabû AKP’ê lê îro gelek poşman bûye û got: “Erdogan ji me çi dixwaze? Em Kurdin, ma gelo me bi zorê dike Tirk? Me temenê xwe li Sûrê derbas kir. Me û cîranên xwe her tişt parve kir. Mala me hilweşiya, kolana me hilweşiya, wê niha çi be? Dixwazin du kuruş pere bikin destê mirovan û bêdeng bikin. Em qebûl nakin. Em mal û kolana xwe dixwazin.”

‘Ji ber ku Kurdan bend derbas kir, çavsor bû’

Jina ku nexwest navê xwe bide wiha berdewam kir: “Ma me denga xwe ji bo ku xaniyê me bi serê me de hilweşînê dayê. Berpirsê hemû xwînrijandinê Erdogane. Ji ber ku Kurdan bend derbas kir, Erdogan dîn bû. Bi dehan mirov berbi mirinê ve bir. Ez wek Kurdekî vê qebûl nakim. Gelê Kurd, Kurdin, zimanê wan Kurdiye, divê wisa qebûl bikin. Bila kes bêdeng nemîne.”

‘Sûr rihê me ye, dixwazin rihê me bigirin’

Jineke din ya Sûrê jî ku derket ser avahiyeke bilin û li malên hilweşandî temaşe dikir wiha got: “Li vir huzur hebû, kêf hebû. Pariyek nanê me hebû. Em xizanbûn lê em bi huzur bûn. Ezê niha çawa ji zarokên xwe re bêjim xaniyê me hilweşiyaye. Ezê çawa bêjim Sûr êdî tine. Em qebûl nakin. Ger hewce emê kon vedin. Em dest ji Sûrê bernadin. Ev der rûhê me ye. Dixwazin rihê me ji me bigirin.”

(hu)