Niha jî bax û bîstanên Şirnexê dişewitînin
12:25
Gulan
23
/ 2016
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê hêzên dewletê piştî şewitandina malan niha jî qadên şîn, bax û baxçeyan jî dişewitînin.
Li Şirnexê ku êrîşên qirkirinê berdewam dike hêzên dewletê bi sedan mal şewitandin. Hêzên dewletê niha jî qadên şîn ên li derûdora malan dişewitînin. Li taxa Yenîmahalleyê bax û baxçeyên li dora malan jî bi madeyên ku ji wesayîtên zirxî davêjin tên şewitandin.
Şewata ku derketiye her diçe belav dibe.
(kom/zt)