Li Qoserê polîsan êrîşî gel kir

15:26

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Qoserê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî mîtînga "Li dijî darbeyê hevdîtina gel a demokratîk" kirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî mîtînga "Li dijî darbeyê hevdîtina gel a demokratîk" a li ber Şaredariya Qoserê hate xwestin bê lidarxistin kirin. Di bin dorpêça polîsan de bi hezaran kes beriya mîtîngê li qadê kom bûn. Parlamenter Feleknas Uca, Erol Dora, Mîthat Sancar, Gulser yildirim, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, edmanê Meclîsa Daîmî ya KCD'ê Demîr Çelîk, hevşaredar, rêveberên HDP û DBP'ê jî di nava girzeyê de cihê xwe girtin. Girse dema ku li benda destpêkirina mîtîngê bûn dirûşma "Îradeya gel nikare bê xespkirin" "Bijî berxwedana Meclîsê" "Bijî berxwedana YPS'ê" berz kirin û alîn partiyê, flamayên kesk û sor û zer vekirin.

Piştî ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hat polîsan êrîşî gel kirin. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî gel kirin.

(kom/zt)