Li 2 taxên Şirnexê êrîşên giran

16:58

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê taxên Bahçelîevler û Yenîmahalleyê 12 saet in bênavber di bin êrîşê de ye.

Li Şirnex a ku berxwedana xwerêveberiyê di roja 70'emîn de ye pevçûn jî dijwartir bûn. Taxên Bahçelîevler û Yenîmahalleyê 12 saet in bênavber bi obusan û çekên giran ve tê bombebarankirin. Di encama bombebaranê de hema ku hemû mal hatin xirakirin û hin mal jî hatin şewitandin. Li taxan dû bilind dibe. Di heman demê de sekvanên ku li avahiyên bilind hatine bicihkirin herdu taxan jî gulebaran dikin.

Li aliyê din hêzên dewletê li taxên Îsmetpaşa, Cumhuriyet û Dîcleyê jî malan hildiweşînin.

(kom/zt)