Li Qoserê gelek binçavkirin

17:02

JINHA

MÊRDÎN - Mitinga ku ji aliyê HDP û DBP yê li ber şaredariya Qoserê lidarbixista rastî êrîşa polîsan ma. Piştî ku hevserokên rêxistinan ketin hewşa şaredariyê, polîsan bê ku anons bikin êrîş kirin û di encama êrîşê de gelek kes birîndar bûn û gelek kes ji ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Ji aliyê rêxistinên HDP, DBP, HDK û DTK'ê li Qoserê bi diruşmeya "Li hemberî darbeyê hatina cem gel ya demokratîk" dê mitîng bihata lidarxistin. Beriya saeta mitînga ku li ber şaredariya Qoserê bihata lidarxistin, bi hezaran welatî kom bûn û bertek nîşanî rakirina desnedayîna parlementeran kirin. Welatiyên ku li hewşa şaredariyê kom bûn, bi alên HDP'ê û KJA'yê hewşa şaredariyê xemilandin. Li vêderê gelek caran diruşmeyên "Vîna gel nayê desteserkirin" , "Bijî berxwedana YPS'ê" û "Bijî Serok Apo" qad hejandin. Bi hatina hevserokên KCD'ê Leyla Gûvenû Hatîp Dîcle, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û parlementerên HDP'ê ya qadê girseya kombuyî bi hêz bû û bi çepik û tilîliyan ew pêşwazîkirin.

Di dema gel li hewşa şaredariyê sekinîbû, polîsan ji nifşkê ve avahiya şaredariyê pêça û ji çar aliya bi bombeyên gazê, bombeyên dengê û ava şid êrîşî girseyê kir. Bi êrîşa polîsan ya bi bombeyên gazê gelek kes birîndar bûn. Kesên ku ji ber ava şid û bombeyên gazê birîndar bûn, ji aliyê kesên derdorê rakirin nexweşxaneyan. Polîsên ku bombeyên gazê avêtin hundirê şaredariyê jî, derî û şibakeyên şaredariyê jî bi bombeyên gazê şikandin. Kesên ku ji hundirê şaredariyê xwestin piştî êrîşa polîsan derkevin, ji aliyê polîsan ve yek bi yek hatin binçavkirin. Bi dehamn kesên ku di nava wan de zarok, dayik, mêr û gelek ciwan jî hene hatin binçavkirin li wesayitên polîsan hatin siwarkirin. Hin polîsên ku êrîşî girseyê kirin, destê xwe li hev xistin û êrîşa ku li gel hate kirin li hev pîroz kirin.

Polîsên ku êrîşî girseyê kir, piştî êrîşa li hewşa şaredariyê berê xwe dan nava kolanên taxên derdorê û li vêderê kesên ku li kolanna dîtin bi lêdanên bi copan li erdê dirêjkirin. Hema kesên rastî êrîşa polîsan man ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Polîsan hundirê kolanên ku ke lê nîn bu bi deqîqeyan dan ber bombeyên gazê.

Polîsên ku êrîşî girseyê kirin, ji parlementerên HDP'ê re dibêjin 'Ji hundirê şaredariyê derkevin em ê li hundirê şaredariyê bigerin û binçavkirinan bikin'. Parlementer û bijartiyên li heremê destûrê nadin ku polîs bikevin hundirê şaredariyê.

(kom/zt)