‘Çav berdan dîroka me ya hezar salî ya li Sûrê’

09:13

JINHA

AMED – Jinan bertek nîşanê êrîşa polîsan a li dijî dîroka hezar salî Bircan a li Sûrê û gotin: “Çav berdan dîroka me. Bila destê xwe ji Sûrên me bikişînin.”

Li navçeya Sûrê ya Amedê li 14 kolanên ku girêdayê 3 taxan ‘qedexeya derketina derve’ hat rakirin. Li tevahiya bajar hîna qedexe nehatiye rakirin û rêveberiya teng ya fîlî jî hêj berdewam dike. Piştî qedexeyên hinek kolanan rabûn, welatî ketin taxan lê ya destpêkê li ber çavê mirovan dikevin nokteyên polîsan bûn. Li navçeya ku xwedî mîrateya dîrokiye, hemû hebûnên çandî zirar dîtine û Sûran jî ji êrîşan nisêbî xwe girtine. Heta polîsên tevgera taybet li Birca Bizinê tuwalet jî ava kirine. Li ser bertekên gel tuwaleta seyar hat rakirin, piştre torbeyên xîzê hatin danîn û kirin mewzî. Ev êrîşa li dijî dîrokê gelê Amedê bêzar dike. UNESCO ya ku Sûrên Amedê di lîsteya Mîreteyên Çandî ya Cîhanê UNESCO’yê de ye, bêdengiya xwe diparêze.

‘Em tiştên hatine kirin qebûl nakin’

Ayşe Çakmak diyar kir ku li dijî dîroka Kurdan êrîşek heye û wiha berdewam kir: “Li ser xaka me êrîşên malê n me dikin. Ew jî têr nake, bi dîroka me qerfên xwe dikin. Ev xaka kal û pîrên me ne. Ev 40 sale ez li virim. Em êrîşên polîsên tirk qebûl nakin. Em li Sûrê jiyana xwe ya berê dixwazin.”

‘Xanî terorîstin an avahiyên dîrokî’

Ayşeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku ew Sûrê ji kesî re nahêlin û got: “Ew hilweşandin, dibêjin têkoşîna bi terorê ye. Ya ku dibêjin ‘terorîste’ xanî ne an dîrok e. Dixwazin her tiştê saxlem hilweşînin. Lê emê pêşî li vê bigirin. Çima vê li me dikin. Gelo ji gel pir ditirsin. Temenê min li vir derbas bû. Ti kes ewqas xerab nêzî Sûran nebibû. Çav berdan dîroka me. Xwedê mafê me ji wan re nehêle. Sûr ya me ye, em ji kesî re nahêlin.”

‘Divê gelê Kurd li dijî vê bêdeng nemîne’

Sevda Demîr jî got wê gelek bêriya mala xwe ya li taxa Hasirli kiriye û got: “Ez bi 4 zarokên xwe re ji Sûrê derketim. Polîs dibêjin em qedexeya li Hasirliyê ranakin ku heta ku betonek bimîne. Nêzîkatiya wan ya li dijî xanî û dîrokê ne raste. Bi sedsalane ev Sûr li ser piyane. Tiştekî wisa ne raste. Divê gelê Kurd li dijî vê bêdeng nemîne.”

(hu)