'Sibel girtiyek birîndare divê serbest bê berdan'

09:14

Oyku Dilara Keskin/ JINHA

STENBOL - Xwişka Sibel Çapraz ya ku li Geverê di gulebarana wesayîtên zirxî de giran birîndarbûyî, paşê hatî girtin û birîn Girtîgeha Sergirtiya Jinan a Bakirkoyê Kendi Çapraz girêdayî tenduristiya xwişka xwe agahî da û got: "Dema ku em Sibel li wê dibînin, em ji mirovbûna xwe şerm dikin. Sibel girtiyek birîndare, ev bêmafiye."

Endama Meclisa Şaredariya Colemêrgê Sibel Çapraz a ku di 27'ê Mijdara sala 2015'an de li navçeya Gevera Colemêrgê di gulebarana wesayîtên zirxî de giran birîndarbûyî heya niha 15 car hatiye emelyatkirin. Di 3 yê adarê de bi îdiayên "endama rêxistinê ye" û "gel ji bo kin û dijminiyê tahrik kiriye" hat girtin. Sibel a ku 3 mehe li Girtîgeha Sergirtiya Jinan a Bakirkoyê dimîne, tê payîn ku 4 emelyatên dinê jî bike û di girtîgehê de mafê wê yê tedawiyê tê binpêkirin. Sedema tahiliye nekirina Sibel a ruviyên wê ji derve û ser bi kursiyê tekelekli jiyan dike jî gumanên derketina ji derveyî welate. Girêdayî mijdarê xwişka Sibel Kendi Çapraz axivî û diyar kir ku Sibel nikare di girtîgehê de pêdiviyên xwe dabînbike û daxwaza serbestberdana wê kir.

Kendi wiha qala rewşa dawiya Sibel kir: "Li ser kursiyê tekelek jiyana xwe berdewam dike. Bi alîkariya hevalên xwe pêdiviyên xwe dabûn dike. Di heftiya derbasbûyî de serê wê gelek êşa û mudawê lihevketiye. Hevalên wê difikirin ji ber ruviyên wê wihabûye û hema abulansê dixwazin. Dixwazin bi hebek a êşbirînê hinek wê bidin sekinandin lê heb jî nedîtin. Sibel jî got: 'Heya heb û derziyên êş birînê anîn çend saetan min bi wê êşê re jiyan kir.'

'Dema ku em Sibel li wê dibînin em ji mirovbûna xwe şerm dikin'

Kendi bilêv kir ku ji dema Sibel birîndarbûye heya niha ew li gele û wiha berdewam kir: "Herî dawî bedena wê narkoz nepejirand bi madeya hişberiyê ji ser hişê wê birin û wiha girtin emelyatê. Hîna bandora wê ser bedena Sibel heye. Dema ku em Sibel di wê rewşê de dibînin, em ji mirovbûna xwe şermdikin. Kemaxa Sibel şikestiye, nîvê çengê wê nîne û ruviyên wê ji dervenin. Hevalên wê hemû pêdiviyên wê tînin cîh. Ew birîndare, pêdiviya wê bi tedawiyê heye."

Goreyên polar li birîna wê pêçane…

Kendi wiha axivî: "Derdê me ne girtina Sibel birîndariya wê ye. Dayîka min naçe malê, her roj li benda derketina Sibelê ye, evqas bê mafî û bê hiquqî nabe. Gelo mirovek ser kursiyê tekelek dikare li girtîgehê bimîne. Salên 90'an tên jiyankirin. Me ji bo wê goreyek polar biriye ji bo lingê wê germbibe, lê li birîna xwe pêçaye. Pêdiviya Sibel bi tedawiyê heye. Ji ber Sibel dengê Geverê xwest bide bihîstin hat gulebarankirin. Hem ewê birîndar kirin û hem jî avêtin girtîgehê."

'Niha divê ez li nexweşxanêbûma'

Kendi axaftinên Sibel jî wiha anî ziman: "Dema ku Sibel bi min re axiviyî diyar dike ku ew di girtîgehê de nikare bimîne û digot: 'Ger rewşa min wiha nebana tiştek nedibû, lê divê niha bi vî halê xwe ve ez li nexweşxanê bama.' Sibel girtiyek birîndare, ev bêmafiye."

(zt)