'Berpirsên winda û îşkenceya zayendî Musa Çîtîl serkêşê komkujiyê ye’
09:59
Zeynep Akın/JINHA
ÊLIH – Aktîvîsta mafê mirovan, parêzer Eren Keskîn diyar kir ku di binçavan de winda kirin, li Komara Tirkiyeyê polîtîkayeke dewletê ye û got berpirs nayên darizandin. Eren Keskîn, Musa Çîtîlê ku sûcdarê gelek winda û îşkenceya zayendî nîşan da û got: “Fermandarê sereke yê komkujiya Sûrê ye.”
Endama ÎHD MYK û aktîvîsta mafê mirovan Eren Keskîn, ji salên 90’î heta niha dosyayên di binçavan de windakirin, îşkenceyên zayendê şopand û di vê mijarê de bû sedem ku gelek sûcdar derkevin holê. Ji wan salan heta îro Eren Keskînê ji dîroka Tirkiye û Kurdistanê re şahidî kir. Yek ji aktîvîsta ku herî baş îşkenceyên zayendî yên li jinên Kurd pêk hatiye dizaneye. Erenê diyar kir ku di binçavan de windakirin polîtîkayeke ku ji dema Qirkirina Ermeniyan destpêkiriye û got: “Bi avabûna komarê re di bin çavan de windakirin, rêbazeke bêdengkirinê ya li hemberî muxalîfane.”
‘Tirkiye hiqûqa binpêkirinên mafan jî ava dike’
Erenê da zanîn ku polîtîkaya windakirinê ya herî zêde bi xurtbûna tevgera Kurd û darbeya 12’ê îlonê re dest pê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di binçavande windakirin, belkî binpêkirina herî mezin ya mafên mirovane. Ji ber mafê cenaze rakirinê jî nadin mirovan. Em gelek baş dizanin ku gelek kesên di binçavan de winda bûne, beşeke wan ya mezin bi îşkenceyê mirine. Lê vê ti carî berpirs neda darizandin. Niha dewleta Tirk hiqûqa van binpêkirinan jî ava dike.”
‘Ji bo berpirsan bê ceza bihêlin peymanê îmze nake’
Erenê got Peymana Navneteweyî ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bi armanca ku dozên windakirinê nekevin ber demboriyê hatiye amadekirin, ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye îmzekirin û got: “Hemû bûyerên windayan, lêpirsîn û sûcê kuştinê dikeve ber demboriyê. Di 20 salan de di lêpirsînê de tiştekî nakin û biryara bêcezabûnê didin bersûcan.”
Erenê, Musa Çîtîlê ku li Dêrika Mêdînê 13 gundî kuştin, ji îşkenceya zayendî hat darizandin û beratkirin û niha wek Fermandarê Cendermeyan yê Herêma Amedê hatiye tayînkirin, mînak nîşan da û got Musa Çîtîl, fermandarekî ku ji şîdet, winda, şîdeta zayendî, tacîz û tecawizê berpirse ye.
‘Ev polîtîkayeke dewletê ye’
Erenê bi lêv kir ku Musa Çîtîl fermadarê li ser komkujiya Sûrê ye û wiha pê de çû: “Bi dewletê re di vî alî de berdewamiyek heye. Yanî AKP bûye, CHP bûye, DYP bûye, ti cudahiya wê tine. Ev polîtîkayeke dewletê ye. Hemû partiyên di hikûmetê de ev pêk anîn.”
‘Li Sûrê bi zarokên 15-16 salî re şer dikin û qetil dikin’
Erenê da xuyakirin ku her ku diçe ji çareseriya siyaseta sivîl dûr tê ketin û ev tişt anîn ziman: “Ez di alî xwe de bêjim, ez dema xwe ya herî zehmet ya siyaseta sivîl dijîm. Yanî dibêjin ji bilî çekê çareserî tine. Di esasê de ev polîtîkayeke dewletê ye. Di hinek bûyerna de mirov nekarin ciwanekî 15-16 salî bidin sekinandin. Binêrin îro ev polîtîka pêk anîn û ciwanên 15-16 salî qetil kirin. Îro dewlet li Sûr, Cizîr û Sîlopiyê bi kesên 15-16 salî re şer dike.
‘Li bendê roja ku zarokên wan tên payîn’
Erenê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku sûcê di binçavan de windakirinê berdewam dike û got heta berpirs neyên darizandin, aqûbeta windayan dernekeve holê wê ev sûc berdewam bike. Erenê wiha got: “Em dayika Berfo dizanin. Her roj li bende hatina kurê xwe bû. Beşeke mirovên di vê rewşê de jiyana xwe ji dest dan. Hinek jî belkî demên xwe yên dawî dijîn. Lê ez nafikirim ku wê demek nêz de encamekê bigire. Hîna demeke dirêj heye.”
(hu)