Balefirên şer Nisêbînê bombabaran dikin

10:34

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Balefirên şer ên tirk vê sibehê car din Nisêbînê bombebaran kirin.

Balefirên şer ên tirk vê sibê saet derdora 09.00'an de car din navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê bombebaran kir. Dengê bombebaranê ji Qamişloyê jî hate bihîstin û piştî bombebaranê toz û dûxan asîmanê navçeyê rapêçiya. Li Nisêbînê berxwedana li hemberî êrîşên tevkujiyê 72 roj in didome û hêzên şer ên hikumeta AKP'ê ku nikarin berxwedanê bişkînin serî li çekên giran û qedexe dikin. Hatibû diyar kirin ku di hefteyên dawî de hêzên dewletê li navçeyê bombeyên qazanê û çekên kimyewî bikartînin.

Ji ber ku hêzên dewletê li navçeyê wendahiyên mezin didin, Serfermandarê Artêşa Tirk jî di nav de gelek rayedarên leşkerî û siyasî ji bo moralê bidin hêzên şer li ser hev tên navçeyê lê dîsa jî rewşa şer a li navçeyê naguhere.

(kom/zt)