Dayika Şule Îdîl: Ev ne qezaye, cînayete

10:38

JINHA

STENBOL- Şule Îdîl Dere li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê kamyona hafriyatê lê xist û jiyana xwe ji dest da. Dayika Şuleyê, Nesrîn Aslan got: “Ev ne qezaye, cînayete. Ev dewlet xwedî hêza ku dikare ji bo mehra xwe jiyanê bide sekinandin. Lê li parqek biçûk ecize. Ger hewce bike ezê sebra dayikên şemiyê nîşan bidim û têbikoşim.”

Şule Îdîl Dere ya 23 salî xwendekara Fakulteya Îktîsadê ya Zanîngeha Stenbolê bû. Şule ji Parka Yogurtçu dihat mala xwe. Kamyona Hafriyatê lê xist û jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê ajokarê kamyonê hat girtin û roja cenazeyê hat berdan. Piştî van tiştên hatin jiyîn dayikek dil bi kûl ma.

‘Zaroka min bû’

Êşa Nesrînê mezin. Lê ew dixwaza têkoşîna ku keça wê wek peywir jê re hiştiye bidomîne. Nesrînê behsa keça xwe Îdîlê kir û wiha got: “Ev 30 sale ez li Kadikoyê me. Keça min li vir hat dinê. Li vir xwend. Berpirsyariya xwe dizanibû. Xwendekarek serkeftî bû. her kesî ji min re pesnê wê dida. Digotin te çawa mezin kiriye? Gelek rêzdar bû. Zarokan min bû.”

‘Ew kesek baş bû’

Nesrînê da zanîn ku Îdîlê zanîngehek taybet ji sedî sed bursî qezenc kiriye û got: “Lê li wir kêfa wê tinebûye. Beyî agahiya me ketiye azmûnê. Îktîsat a Zanîngeha Stenbolê tercih kiriye. Beriya qeyda xwe bike bi min re axivî. Keça min ji cîhanek din bû. wê dibistana bi pere tercih nekir. Min jî asteng nekir. Ez pir pê bawer bûm.Ew kesek baş bû.”

Nesrînê destnîşan kir ku Îdilê berpirsyariyên xwe dizanibû û got: “Wê çi dixwest min dikir. Heta ku hêza min hebûya. Başe ku min wisa kiriye. Başe ku min ji keça xwe re negot ‘ev şerme, ev gunehe, keçik divê wisa nekin. Wisa ne hêsaneke ku dayikek keça xwe vebêje. Ez pesnê wê nadim. Her kes wisa dibêje. Digotin Îdîl, îdola me ye.”

Sala bûhrî 20’ê Tîrmehê…

Nesrînê got 20’ê Tîrmehê rojbûna Îdîlê bûye û got sala bûhrî di rojbûna wê de komkujiya Pirûsê pêk hat û got: “Di 20’ê Tîrmehê de li Pirsûsê di komkujiyê mirov mirin. Wê rojê Îdîlê rojbûna xe pîroz nekir..

‘Êşek gelek mezine…’

Nesrîn roja xwe ya dawî ya bi Îdîl re wiha vegot: “Carna ji bo debara xwe werger dikir. Wergera ku hefteyek bû dikir, qedand. Îngîlîzya wê ji Tirkiya wê baş bû. Wê rojê j imin re maîl şand, got karê min qedyaye ez diçim cem hevalan. Ez jî derketim derve. Nêzî 9.30’an ez hatim malê. Piştî wê jî ji xwe hun znain. Nîvê şevê mala min tije mirov bûn. Herî dawî agahiya min çêbû. Êşek mezin bû..

‘Dikare ji bo mehra xwe jiyanê bide sekinandin’

Nesrînê got keça wê di encama îhmalê de hatiye qetilkirin û got: “Ev dewlet ji bo mehra xwe dikare li Stenbolê jiyanê bide sekinandin. Lê li parqek biçûk ecize. Ev der parqe, kesên astengdar tê vê parqê. Havînê li ser banqên wê kesên bê mal radizên. Kes li vê parqê meşê dikin. Zarok li vê parqê dilîzin. Her cureyê zindiyan li vir hene. Kîjan zîhniyetê ew der veguhertiye cihê kar. Mirov lewheyekê datînin.”
Nesrînê da zanîn ku ew wê sebra Dayikên Şemiyê nîşan bide û Kadikoyê rêxistin bike.

(hu)