Jinên Roman komelê avadikin
11:00
JINHA
EDENE - Romanên li Edenê jiyandikin dibin avakirina komeleyê de gihiştin hev.
Jinên roman li taxa Akincilar a giredayî navçeya Yuregir a Edenê jiyandikin, dibin avakirina komeleyê de gihîştin hev. Amadekariyên Komeleya Piştevanî û Perwerdê Jinên Roman ên Edenê de avabibe qediyan. Hevseroka Komeleya Jinên Roman Edenê Nursel Turkmen diyar kir ku armanca wan ji bo jinên roman di aliyê aborî, çand û civakî de pêşbikevine.
Nursel got ku armanca wan ji bo pirsgirêka perwerde, çanda Romanan û bê karîtiya wan çareser bikin di nava têkoşîne denin û wiha berdewam kir: "Bi vê xebatê em ji bo zarok û civawanên roman ku xwendin û nivîsandina wan di nîvî de maye, em ê serî li maqamê berpirs bidin. Em jî welatiyên vî welatîne em ked didin û zarokên xwe dişinin leşkeriy ê. Divê em jî wek gelê din xwedî mafbin."
(dt/zt)