Têkoşîna jinê xwe di stranan de da hîskirin: Şewq

11:23

JINHA

STENBOL - Baran Bozyel bandora ku têkoşîn azadiya jinê li ser kiriye di xebata xwe ya bi navê ‘Şewq’ de kom kir. Albûma nû ya Baran Bozyel ji Sakîne Cansizê bigire heta Ekîn Wanê, hemû jinên di têkoşîna azadiyê de cih girtine, dide xuyakirin.

Albuma ‘Şewq’ ya Baran Bozyel ji KOM Muzîkê derket. Baran di vê albuma xwe de di bin bandora têkojîna jinan de maye û gto ji ber vê jî navê Şewq tercih kiriye. Baran got: “Têkoşîna rizgariya jinê û azadiya wê ku kedê hatiye hundandin bandor li ser min kir.” Baran diyar kir ku ew albuma xwe diyariyê jinên nemir yên têkoşîna azadiyê dike. Her wiha album ji aliyê muzîsyenên ku ti bendewariyên wan yên aborî tinebû ve, bi awayekî komînal hatiye derxistin. Me bi Baran re li ser albuma Şewq axivî.

‘Divê peyam bê dayîn’

Baran got li ser xeyalê pêngav avêtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe : “Ji bo ez têkoşîna zadiya jinê di albumê de bidim nîşandan xebitîm.Ez wek jineke ku pêngav avêtiye hunerê, min got ezê çawa têkoşîna jinê bi awayekî herî estetîk vebêjim. Min destpêkê binesaziya vê ava kir. Min gelek xwend û lêkolîn kir. Di dîroka 5000 salî de çi bibû? Rola jinê çi bû? têkoşîn çawa çêbû? Rewşa niha çiye?”

Baranê hêmaya sereke ya albumê pergalal serdest ya li ser jinê û têkoşîna jinê ya li hemberî vê ye û got: “Xebata ku min bikira divê ji bo azadkirina zîhna dagirker bûya. Ji ber vê min album diyariyê jinên nemir kir. Bi heman awayî min di kapaxa albumê de jî nîşan da. Azadî çiye? Min ev nîşan da. Dema min kapaxa albumê çê kir, jinên li Rojava têkoşiyan hatin ber çavê min. Wêneyek hebû. Li rojava hatibû kişandin. Jinekê guliyên xwe birîbû û dabû ser gora destgirtiyê xwe. Vê bandorek mezin li min kir..

‘Wek manîfestoyekê ye’

Album ji 8 stranan pêk tê. Gotinên çar stranan û bestavanê wan Barane. Strana herî jê hez dike ‘Meşa jinan e’. Baranê diyar kir ku gotinên vê stranê wê nivîsiye û got ew ji bo wê wek manîfestoyekê ye. Baranê got destpêkê tirkî nivîsiye lê piştre bi Kurdî nivîsiye.
Sara, Ekîn û 15 hebên Bedlîsê

Baranê got straneke din ji bo windayên şemiyê hatine nivîsin û wiha got: “roja Sakîne Cansiz hat qetilkirin ez gelek xemgîn bûm. Stranan ‘Kizil duşlu kadilar’ li ser vê min nivîsî. ‘Jinên axa zêrîn’ li ser 15 heb hevalên jin yên Bedlîsê min nivîsî. Her wiha min li ser Ekînê jî stranek nivîsî. Li ser qetilkirin a24 hevalan ya li Cudî hatin qetilkirin jî strana 'Bist û çar gûl’ nivîsî.
Baranê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di albuma wê de têkojîna rizgariya jinê heye û got divê ji ber vê guhdar bikin.

(hu)