Jinên İzmirê: Êrîşa ser HDP'ê êrîşa ser demokrasiyê ye!
11:29
Ozgu Ozutok/JINHA
İZMİR - Girdayî rakirina destnedana parlementerên HDP'ê jinên Îzmîrê gotin: "Li welatê me qala demokrasî kirinê zorbû, niha bi tevahî ji holê rabû."
Jinên Îzmînrê bertek nîşanî rakirina destnedana ser parlementerên HDP'ê dan. Ji jinên Îzmîrê yên bertek nîşan dan Muzeyyen Alpşen wiha axivî: "Dema ku mijara gotinê kurd be hemû partî li hember dibe yek û difikirin ku dê hemû qirjêjiyên xwe veşêrin. Li gel HDP partiya Tirkiyê ye jî cardin tehmûla wan ji parlementerên kurd re nîne. Ev jî tine hesibandina vîna gele. Vîna min jî tine hesibandin, ji ber min jî deng daye HDP'ê."
'gotina demokrasiyê êdî bêderfetbûye'
Nihal Akyildiz jî bilêv kir ku mesele ji HDP'ê zêdetir meseleya demokrasiyê ye û wiha domand: "HDP mînaka hebûna demokrasiyê bû li meclisê. Derxistina parlementerên HDP'ê ji meclisê tê wateya derxistina demokrasiyê. Ji xwe li welat qala demokrasiyê kirin zorbû, niha jî bi giştî hatiye rakirin. Ev tê wateya dengê 6 milyonan nepejirandine. Di vî welatî de mafê jiyana mirovan heye. Divê navendên hemû ziman, çand, ol, nijad û zayend têde xwe îfade bikin hebin. Parlementerên HDP'ê li meclisê nûneriya me dikir."
'Divê ti hêz hilbijêrên gel paş de nede'
Seroka Konseya Meclisa Bajarê Îzmîrê Kizbes Aydin wiha axivî: "Destnedana dizan nayê rakirin lê ya parlementerên ji bo gelan siyasetê dikin tê rakirin. Ev ne li gorî demokrasiyê ye û ne raste. Ev li dijî vîna kurd û tirkan bi hev re jiyan kirinê ye. Hun dixwazin bi ecibînin, dixwazin ne ecibînin ew vîna 6 milyon mirovane. Li dijî fikra we jî be, tenê yên ew hilbijartî dikarin wan paşdebidin. Divê ti hêz nikare vîna gel paşde bide."
'Ji ber ku HDP li vîna jinan û aştiyê xwedî derketiye rastî êrîşan tê'
Endama Jinên Seruyêerdê Sultan Eylem Keleş jî destnîşan kir ku li meclisê dest bi polîtîkayên qedandina HDP'ê kirine û wiha dom kir: "Yek ji sedemên êrîşên ser HDP'ê jî polîtîkaya wan a girêdayî jinanbûye. Ji ber HDP partiya herî zêde di meclisê de nûneriya vîna jinan dike ye.
(zt)