Sacide û Kadriye li benda vegera Şirnexê ne

12:03

JINHA

ŞIRNEX - Xwişkên hev Sacide û Kadriye ji bo li Şirnex dorpêç berdewam dike neçar mane ji malên xwe koç bikin û niha jî li bendêne ku vegerin malên xwe.

Li Şirnex gel li hember nijadperestiyê 71 roje li berxwe didin. Welatiyên ku neçar mane ji malên xwe derketine di konan de li berxwe didin. Her du xwişkên hev Sacide û Kadriye Bektaş xaka xwe li Şirnexê bernedan, hîn di temenek biçuk de êrîş û zilma dewletê naskirin e. Herdu xwişk piştî 'qedexeya derketina kolanan' tevî malbata xwe li gundê Bilmad ê bicih dibin. Gava êrîşên dewletê li Şirnexê zêde dibin derbasî malên Afet ê bûn e.

Sacide diyar kir ku berî qedexe were îlan kirin jiyana wan pir xweşbû û wiha berdewam kir: "Hêzên dewletê derdorî mala me topbaran kirin û ciwanek qatilkirin. Piştî topbaran zêdekir em hatin malên Afet ê." Li hember jiyana zehmet jî her du xwişk dixwazin vegerin bajare xwe. Sacide got ku wan li bexçe dibistanê kon vedaye ji bo axa xwe neterikenin, lê leşkeran ew bi zorê xistine der. Sacide jiyanek nû avakiriye, ew û bavê xwe sewalvaniyê dikin. Bi sewalvaniyê hemu pewistiyên xweyên şîr û hwd in pêktînin.

Sacide bilêv kir ku berî qexeya derketina kolanan were îlan kirin ew li taxa xwe di leyistin û got: "Bila qedexe û êrîş bi dawî bidin ji bo ku em vegerin bajarê xwe. Tu acizkirina me nebû, lê em ji bajare me koçber kirin. "

(dt/zt)