Li Şirnexê malan dişewitînin

12:09

JINHA

ŞIRNEX - Berxwedana xwerêveberiyên cewherî li Şirnexê berdewam dike, maşînên zirxî yên ku dikevin taxan, yek bi yek malan didin ber agir û bi tevahî dişewitinin.

Berxwedanan xwerêveberiyên cewherî ya li Şirnexê di roja 71'an de didome. Tang û panzerên duh bişev li cihên milind hatin bi cih kirin, bi şev de taxên bajêr didin ber bombeyan û dixwazin bi pêş de biçin. Li serê kuçeyên taxên wekî Bahçelîevler, Yenî, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Aydinlikevlerê maşînên zirxî û tang hatine bi cih kirin. Tangên ku ketin taxa Yeniyê, yek bi yek mal dan ber agir û şewitandin. Taxên ku hatin dagirkirin, tûkel li ser taxan ketiye. Li taxên wekî Bahçelîevler û Aydinlikê şer û pevçûnên di navbera hêzên artêşa tirk a dagirker û şervanên YPS/YPS-JIN'ê de berdewam dike.

Her wiha li taxên wekî Îsmetpaşa, Cumhuriyet û Gazîpaşayê gelek mal ji hêla hêzên dewletê ve hatin şewitandin. Bi kepçeyên zirxî mal tên hilweşandin.

(kom/zt)