'Li Bakur AKP, li Başûr PDK êrîşî Rojnamegeran dikin'
13:56
JINHA
AMED - Cemîyeta Rojnamegerên Azad di derbarê êrîşên ser rojnamegeran de daxuyanî da û wiha got: "Rojnameger ewêneya we ye. Ger ku hûn rojnamegeran binçav bikin û bigirin dê awêneya we reş bibe û dê hûn nikaribin qirêjiya xwe bibînin û nikaribin paqij bikin. Xwe bê awêne nehêlin."
Di derêbarê êrîşên ser rojanamegeran berdewam dikin de Cemyeta Rojnamegerên Azad daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wihaye; "Di 19'ê Gulanê de, Rojnameger û Pêşkêşvana Sterk Tv Gazal Avanaş ji Şengalê dema diçû Laleşê li Duhokê ji aliyê asayîşa PDKê ve hat binçav kirin. Aysel Avesta hêj di bin çavan de ye. Ji ber helwesta PDK'ê Avesta dest bi gireva birçîbûnê kir. Fermandarekî Pêşmergeyan ragihandiye ku Avanaş ji roja radestî îstîxbareta PDK'ê hatiye kirin ve dest bi gireva birçîbûnê kiriye û destûr nayê dayîn dermanê xwe bixwe. Hat zanîn ku her ku diçe rewşa wê ya tenduristî nebaş dibe.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Li aliyê din piştî îxtîdara AKP'ê li Bakurê Kursitanê di Tîrmehê de şer da destpêkirin zext û zordariyên li ser rojnamegeran û çapemeniya azad jî zêde bû. Bi taybetî piştî daxuyaniyên Serokomar Erdogan û îxtîdara AKP'ê di vê pêvajoyê de herî zêde zext û êrîş li ser ajansên kurdan ên muxalif û çapemeniya tirk a muxalif zêde bûn. Rojnamegerên kurd tên binçavkirin û girtin, malperên ajansên kurdan tên sansurkirin, doz li rojnameyan tên vekirin û ekranên televîzyonan tên reşkirin. Li aliyekî Îxtîdara Qesrê û AKP'ê zextan li ser çapemeniya dimeşîne, li aliyê din PDK zextan li ser çapemeniyê dimeşîne. Ev bêtehamuliya AKP û PDK ya li dijî çapemeniya kurd a azad e. AKP û PDK bi hevkarî dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin.
Feraseta ku di salên 1990'an de çapemenî bi kuştin, revandin û windakirinê tehdît kir û xwest rastiyan veşêre, çawa ku wê demê bi ser neket û nekarîbûn heqîqetê veşêrin, dê niha jî nikaribin cilên xwe yên qetiyayî bi pîneyan veşêrin. Ji ber ku çapemiya azad pîneyên wan nîşan didin û rastiya wan a înkar, îmha, talankirin û wêrankirinê bi raya giştî re parve dike vê carê erîşi çapemeniya azad dikin.
Em wekî Cemîyeta Rojnamegerên Azad, êrîşên li ser çapemeniya kurd a azad şermezar dikin. Em bang li PDK'ê dikin û dixwazin nebin şirîkê AKP'ê û bi lezgîn hempîşeya me ya Rojnameger Aysel Avesta serbest berdin. Hûn çiqas bi binçavkirin û girtinê hewl bidin rastiyên xwe veşêrin jî êdî hemû cîhan rastiya we dibîne. Rojnameger ewêneya we ye. Ger ku hûn rojnamegeran binçav bikin û bigirin dê awêneya we reş bibe û dê hûn nikaribin qirêjiya xwe bibînin û nikaribin paqij bikin. Xwe bê awêne nehêlin.
(zt)