ÎHD: Di kampên penaberan de jin neçarî întiharê dibin!
14:43
JINHA
ENQERE - Rêvebera Şaxa ÎHD'a Enqereyê Sevîl Ateş bal kişand ser mexdûrên ser ên li Tirkiyeyê û aşkera kir ku penaberên ku li Navenda Paşveşandinê hatine bi cihkirin, tên îşkencekirin û ev tişt got: "Jinên li wargehê li hemberî pere, li parkan bi vekirî tên firotin û fihûşê bi wan didin kirin."
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo balê bikişîne ser rewşa penaberên li Tirkiyeyê, li avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya ku ji hêla Rêvebera ÎHD'ê ya Enqereyê Sevîl Ateş ve hat xwandin de, hat gotin ku li ser şerê li Sûriyeyê re 5 sal derbas bûne û ev tişt hat gotin: "Kesên li Sûriyeyê koçber bûne, hejmara wan derketiye 5 milyonî. Ji van 2.4 milyon zarok in. Li gorî daneyên UNÎCEF'ê 8.4 milyon zarokên Sûriyeyê pêwistiya wan bi alîkariye heye."
Sevîl da zanîn ku li Tirkiyeyê, 2 milyon 733 hezar penaberên Sûriyeyê hene, ji van 282 hezar 815 kes li navendên parastinê tên girtin, qasî 2 milyon 450 hezar 185 kes li tana serê xwe hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Sevîl diyar kir ku binpêkirinên li Wargehên Paşveşandinê nayên lêkolîn kirin. Sevîl destnîşan kir ku ji ber statuya "penaberiyê" nadin penaberan, li gorî qanûnan nikarin ji mafan sûdê bigirin û wiha pêde çû: "Li Navenda Paşeşandinê ya navçeya Aşkale ya Erziromê de binpêkirinên mafan zêde bûne. Lê der barê van binpêkirinan de ne parêzer û ne jî çavdêriyên serbixwe lêkolînê nakin. Li wargehê îşkence û lêdan tê kirin. Welatiyekî Sûriyeyê yê 40 salî dest û lingên wî tên girêdan hefteyekî di odeyekî de tê tecrîdkirin. 10 welatiyên Sûriyeyê hatine derbkirin. Jin di lêgerîna tezî re hatine derbaskirin."
'Zarok bi pereyan tên firotin'
Sevîl bal kişand ser 30 zarokên 3 mehan li Nîzîpê bi îstismara zayendî re rû bi rû man û wiha pêde çû: "Gelek zarok an bi pere wekî hêwî tên girtin an jî bi pere wan dikişînin nav fihûşê. Li gorî welatiyan li parkekî bi awayekî vekirî jin tên firotin. Li Îskenderunê du zarokên 15-16 salî li gel xurdevanekî dixebitîn, ji hêla xurdevan ve bi lêdanê hatine kuştin. Li stenbolê zaroka keç a 7 salî bi guleya polîsan hat kuştin. Zarokê 12 salî li Dîlokê ji bo 250 TL'yî qirika wî hat jêkirin û hat kuştin."
'Berê maleke wan hebû'
Sevîl herî dawî destnîşan kir ku jinên Sûriyeyê yên li Dîlok û Edeneyê dawî li jiyana xwe tînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev mirovên ku li kuçe û kolanan bi hemû binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin, tî, birçî û di şertên zehmet de hewl didin bijîn, berî şer maleke wan hebû."
(zt)