Li Şirnexê berxwedan di roja 71. de berdwam dike
15:27
JINHA
ŞIRNEX - Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê di roja 71. de ye. Ji duh bi şev û vir ve bi tank û panzeran bênavber bombe li taxan tên barandin.
Li Şirnexê berxwedana xwerêveberiyê di roja 71'an de berdewam dike. Li pêşiya taxên Bahçelîevler, Yenî, Îsmetpaşa, Gazîpaşa û Aydinlikevlerê, gelek tank û panzer hatin bicihkirin. Panzerên ketin nava kolanên taxa Yenî, xaniyan hedef digirin û bombeyan li wan dibarînin. Li taxên Bahçelîevler û Aydinlikevlerê jî, di navbera endamên YPS/YPS Jinê û hêzên dewletê de şerekî dijwar diqewime. Li taxên Îsmetpaşa, Cûmhûriyet û Gazîpaşayê, gelek xanî ji aliyê hêzên dewletê ve hatin şewitandin. Bi kepçeyên zirxî xanî tên xerakirin. Li herêmên bejahî û navenda bajêr jî liv û tevgera balafirên keşfê û helîkopteran dewam dike.
Gelek helîkopterên danê sibehê ji Fermandariya Jendermeyan a Çakirsogutê rabûn, li bejahiya bajêr ji nizm ve firiyan.
(rc)