Konê sersaxiyê ji bo endamên Asayîşê

16:21

JINHA

TIL TEMIR - Li bajarê Til Temir ji bo endamên Asayîşê yên ku di êrîşa bombeyî de jiyana xwe ji dest dane, konê sersaxiyê hat vedan.

Gelê bajarê Til Temir ya Kantona Cizîrê îro bi awayeke girseyî serdana konên sersaxiyê yê ku ji bo endamên Asayîşê hatiye vedan kirin. Di 21'ê Gulanê de di encama êrîşeke bombeyî ku li beramberî Asayîşa li ser rêya gundê Alaya pêk hatibû de 5 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dabûn. Îro ji bo Ebd Elwehab Xelîl, Ebd El Hisên û Mehmûd Ehmed ku duh ew spartin axê, konê sersaxiyê hate dayîn. Di seatên serê sibehê de welatiyên bajarê Til Temir û gundên derdora wê herikîn konê sersaxiyê. Her wiha ji bajarên din ên kantonê jî nûnerên Saziya Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê, endamên Asayîşa bajarê Hesekê, Desteya Jinê ya kantona Cizîrê, endamên şaredariyê, saziyên sivîl, Kongra Star, Dadgeha Gel û şervanên YPG'ê jî di merasîmê de amade bûn.

Li cihê kon, di serî de deqîqeyek rêz hate girtin paşê bi ser navê hêzên YPG'ê Lewend Rojava, bi ser navê Asayîşa Hesekê Idrîs Oso , ji Kongra Star a bajar Gulîxan Tahit , bi ser navê Meclîsa xeta Çiyayê Kezwana Xelef Nehar, bi ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Salih û bi ser navê Partiya Çep Hesen Newaf, herî dawî jî bi ser navê Meclîsa Gel a bajar Mihemed Xelef axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji hemû malbatê kesên jiyana xwe ji dest dane hate xwestin û li hember êrîşan yekîtiya gelan anîn ziman. Di dawiyê de banga hişyariyê li gel hate kirin.

(rh-ja/rc)