Xelata İLEF Evrim Alataş ji bo JINHA yê ye
17:31
Gulan
24
/ 2016
JINHA
ENQERE - Li hember newekheviyê ji bo Xelata İLEF Evrim Alataş ajansa me ya JINHA yê şayan hat dîtin.
Ji sala 2007'an heya niha dibiniya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqerê (İLEF) de ji aliyê Komeleya Lihember Newekheviyê ve Xelata İLEF Evrim Alataş tê dayîn. 6. Xelata Evrim Alataş a ku layêqî (JINHA) yê hatiye dîtin dê roja înê bê dayîn.
Ji dema ÎLEF dest bi xelatdayînê kirî heya niha xelatê didin yên li hember gotinên nefret û newekheviyê têdikoşin. Her wiha dê xelata îsal ji aliyê Periscope ve li ser @ilefevrimalatas ê zindî bê dayîn.
(zt)