mal baxçeyên Şirnexê dişewitînin
17:57
JINHA
ŞIRNEX - YPS û YPS-JIN li Şirnexê 71 rojin li dijî hêzên dewletê Şirnexê di parezin. Şer li taxan didome. Li aliyê din hêzên dewletê ku nikarin têkevin Şirnexê xanî û baxçeyên welatiyan dişewitînin. Leşkeran li taxa Yenî xanî û baxçe şewitandin.
Êrîş û dorpêça hêzên dewletê li Şirnexê di roja 71'an de berdewam dike. Li dijî van êrîşan berxwedana YPS û YPS-JIN'ê jî bi awayekî xurt berdewam dike. Hêzen dewletê ku nikarin têkevin taxan bi êrîşên tang û topan xera dikin. Li taxa Bahçelerê jî hêzên dewletê xaniyan dişewitînin. Hêzên dewletê tang xistin nava taxê û bi tangan xanî xera kirin. Li taxên Gazipaşa, Îsmetpaşa, Aydinlikevler, Tekser û Vakıfkentê hêzên dewletê bi panzêran xanî dan ber guleyan û li ser taxan gule reşandin. Hêzên dewletê li taxa Yenî jî piştî xanî dan ber tang û topan xanî û baxçeyan dişewitînin û şewat li nava malan belav dibe.
Li taxa Bahçelievlerê şer didome.
(kom/zt)