Jinên Colemêrgê: Li hemberî darbeyê emê li vîna xwe xwedî derkevin
09:06
Zeynep Durgut/JINHA
COLEMÊRG - Li Parlementoyê bi rakirina destnedana parlementerên HDP'ê re jinên Colemêrgê bertek nîşandan û diyar kirin ku hikumetê derbe li vîna gelê kurd da û gotin: "Emê li hember darbeyê her dem li serpiyabin."
Li Parlementoya Tirkiyê desnedana parlementerên HDP'ê hat rakirin. Jinên Colemêrgê li hemberî rakirina destnedana parlementerên HDP'ê nerazîbûnên xwe anî ziman û rakirina desnedana Parlementeran şermezar kir. Seyran Erçîn diyar kir ku hikumetê bi vê bîryarê vîna gelê Kurd nas nekir û wiha axivi; "Ewan di meclisê de nûneriya me dikir. Bi rakirina Destnedana parlementerên HDP'ê em nas nekirin. Ew parlementer bi dengê me hatin hilbijartin. Hikumetê derbek li vîna me da, em vê yeke qebûl nakin û şermezar dikin. Emê her tim jî wekî parlementerên xwe aşîtiyê wekhêviyê bixwazin."
'Divê gelê kurd li vîna xwe xwedî derkeve'
Aktivîsta KJA yê Çîmen Altûrk jî derbirî ku hikumet bi van kirinan dixwaze têkoşina gelê kurd vala derbixîne û wiha got: "Di dîroka Sîyasetmenderên kurd de berîya 22 salan jî heman rewş hat jiyandin. Weke wê demê niha jî desnedana sîyasetmenderên kurd hat rakirin. Bi rastî ew kêmasiyên ku tên kirin pêdivî pê heye ku gelê kurd jî vê yekê qebûl neke. Ji ber ku ew parlementer me hilbijartine bi vîna me ketine Parlemntoyê. Lê îro dibêjin ku vîna gelê kurd ne bi sîyasî ne jî aligeriyê de tune ye. Em ji ciwanên kurd bigirin Sîyasetmenderên Kurd bigirin heya parlemteran ji taybetmendiya wan de herkes tê girtin û binçav kirin."
'Li hember darbeyan em her dem li ser piyan in'
Aysel Can jî anî ziman ku ev yek nayê qebûl kirin û wiha berdewam kir; "Ew nikarin vîna Gelê Kurd binpê bikin. Em ê bi Parlemnterên xwe re hertim serpiyanbin. Em tu car li hemberî zilmê bêdeng nabin. Ew çi bikin nikare me têk bibin."
(zt)