'Ên qirêj ne emin zîhniyeta wan e'
09:07
JINHA
AMED - Endama OGK'ê Ayşe Esmer bertek nîşanî TDK'yê da û wiha got, "Li hember zimanê we yê zayendîperest em têdikoşin. Divê TDK'ê baş zanibe ên qirêj ne emin zîhniyeta wan e."
Qetlîama jinan li Tirkiyê û bajarên Kurdistanê ku ji aliyê hêzên dewletê ve tên hedef girtin her ku diçe zêde dibe. Bi taybet cînayet, tacîz û tecavûzên hember jinan, ku li bajarên Tirkiyê tê pêk anîn, bê navber berdewam dike. Li aliyê din saziyên ku zîhniyeta cînayetan diparêze hene. Yek ji van saziyan jî Saziya Ziman ya Tirkiyê ye. Dewlet bi tevahî sazî û dezgehên xwe bi zîhniyeta tecavûz û cînayetan xwedî dike. Herî dawî TDK'ê di ferhenga nû de li şûna peyva Reglê, 'qirêj' bi kar aniye. Li hember zîhniyeta zayendîperest jinên li Tirkiyê bertekên xwe bi çalakiyên cûr be cûr tînin ziman. Jinên li Kurdistanê dijîn jî li hember vê bûyerê bêdeng neman û gotin daxuyaniyên TDK'ê ên zayandîperest ne cara yekeme tê kirin û gotin ew ê li hember vê zîhniyetê bêdeng nemînin.
'Ne ji xwîna Reglê, ji xwîna jinên tê qetil kirin şerm bikin'
Endama Jinên Ciwan ên Azad (OGK) Melîsa Încî got, "Biyolojiya jinê wek qirêjî dane nasîn, ancax berhemê zihniyetek qirêje be." Melîsa diyar kir ku ew li hember TDK'yê dest bi têkoşînê kirine û got ew ê hember zîhniyeta baviksalarî berxwe bidin. Melîsa destnîşan kir ku ne cara yekeme ku gotinên zayendîperest tên kirin û wiha pêde çû, "Em ji xwîna reglê şerm nakin. Ne ji xwîna Reglê, ji xwîna jinên tê qetil kirin şerm bikin. Hêrsa jinan wê zîhniyeta desthilatdariyê bifetsîne."
'Em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin'
Endama OGK'ê Ayşe Esmer anî ziman ku divê TDK'ê dev ji zîhniyeta desthilatdariyê berde û wiha pêde çû, "Em vê zîhniyetê napejrînin. Em ê li hember zîhniyeta desthilatdariyê xwe bi rêxistin bikin û parastina xwe yê cewherî pêk bînin. Wek jin li hember her cure êrîş em ê parstina xwe bikin û li qadan têbikoşin. Divê TDK'ê baş zanibe ên qirêj ne emin zîhniyeta wane. Ne ji xwînê reglê ji zîhniyeta ku Şirin, Ceren, Yelîz û Canselê qetil kiriye şerm bikin. Em ê ti car li hember hovîtiyê ku ser jinan tê kirin bê deng nemînin."
(rc)