Gulsum Kav: Rapora komîsyonê raporek terza DAIŞ’ê ye
09:59
Rojda Oguz/JINHA
STENBOL- Dirûşmeyên têkoşînê yên jinan ên li dijî rapora ku ji aliyê Komîsyona Destberdanê ya TBMM’ê ve hatiye amadekirin, mezin dibe. Gulsum Kav bertek nîşanê rapora komîsyonê da û got: “Rapora komîsyonê, raporeke terza DAIŞ’ê ye. Nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hemberî azadî, demokrasî, aştî û jinan, bûye wek nêzîkatiya DAIŞ’ê. Ji ber vê wê pêngavên xwe yên din jî bavêjin. Têkoşîneke cidî li pêş meye.
Bertekên li dijî rapora ku ji aliyê Komîsyona Destberdanê ya TBMM’ê didome. Di raporê de têkildarê xespkirin mafê jin û zarokan de xal hene û jinan ev şîrove kirin. Jinan got di rewşa ku ev pêşnûme di meclîsê de derbas be de wê serdestiya mêr xurt bibi û mafên jin û zarokan jî wê ji dest bê girtin, bi giştî bikin kole.Em destpêkê ji dotmama Ozgecan Aslan ku li Tarsûsê hat qetilkiri, Karanfîl Aslan dipirsin. Karanfîlê got: “Ez ligel hevalên xwe yên jinim. Çawa Erdogan dibêje ‘ez qanûnan nas nakim’ em jî dibêjin em qanûnên Tayyîp Erdogan nas nakin.”
‘Divê rapor bê qelaştin, cidî neyê girtin’
Nûnera Giştî ya Platforma Emê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin, Gulsum Kav jî got wan îtîrazê raporê kiriye û wiha got: “Di komîsyonê de pêşniyarên cuda yên ku hemû mafên ku jinan qezenc kiriye, şûnde digire. Ev tenê raporeke komîsyonê ye. Pêşnûme qanûn jî nîne. Ji ber vê divêev rapor cîdî neyê girtin, bê qelaştin, bê jibîririn.”
‘Rapor wek terza DAIŞ’ê ye’
Gulsumê destnîşan kir ku rapora hatiye weşandin, bertekên gel dipîve û wiha pê de çû: “Em jî vê qebûl nakin û bertekên xwe bi çalakiyan nîşan didin. Bi vê re hikûmeta heyî îstîsmara jin û zarokan vedişêre û ji bo civakê pêşerojek bi kêf tine. Gelek pêşketî ev nîşanê me da. Ger rapor vekişe jî nebe qanûn jî mirov dikarin bêjin ev rapor raporek terza DAIŞ’ê ye. Ji ber vê jî wê pêngavên din jî bavêjin. Têkoşîneke gelek cidî li pêş me ye.”
‘Divê bê îtîrazkirin’
Gulsumê bi lêv kir ku hikûmet bi salane êrîşê mafê jinan dikin û niha jî êrîşê mafê zarokan dikin û wiha got: “Dest nadin kujerên jinan û tecawizkaran. Bi vê raporê rehetiya wan ava dikin. Divê îtîrazê vê pêşketinê bê kirin. Divê em dengê xwe bilind bikin û têkoşîna mezin bikin.”
‘Jinên dengên xwe didin AKP’ê…’
Gulsumê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir û got: “Ez bang li jinên dengê xwe didin AKP’ê dikim. Ji ber ku ev pêşketin wê nehêle hun turbanên xwe jî bigerin. Divê di ferqa wê de bin. Bila civak desturê nede vê.”
‘Jin ne malbate’
Aktîvîsta Hewldana Jinan a ji bo Aştiyê (BİKG) Ecem Ozturk bal kişand ser xalên herî balê dikişîne yên di raporê de û got: “ Li gorî xaleke ku di raporê de cih digire ger zarok rastî tecawizê bê, lê tecawizkar zewaca xwe 5 salan bê pirsgirêk bide meşandin, ti cezayê wê negire. Ji bilî vê mafên jinan yên hatine qezenckirin jî şûnde tê girtin.
‘Ne li gorî mafê mirovane’
Ecemê di berdewamiya axaftina xwe de got runiştinên di komîsyonê de girtî hatine kirin, li dij mafê mirovane û hat gotin ku yekane armanca vê eve ku rêxistinên jinan ji dozên jinan dur bixînin û tevlî dozan nekin.
(hu)