'Ew valabikin û bişewitînin jî ezê biçim mala xwe'
10:11
JINHA
AMED - Ji jinên Surê yên bi tehdîdên weke "Yan hunê derkevin yan jî emê we bikujin" ji malên xwe derketine Belkisa dixwaze mala xwe û taxa xwe ya hîna 'qedexe ye' bibîne. Belkisa diyar kir ku ewê ticarî zilam li wan hatî ji bîr neke û çîdibe bila bibe dê biçe mala xwe.
Welatiyên li Surê ji ber êrîşên qirkirina nijadî û polîtîkaya helandinê ji malên xwe koçkirine demên zor dijîn. Malbatên ku tiştek ji malên xwe dernexistine ji bo ciwanên li Surê hatin qetilkirin dilorînin. Hêzên dewletê bi tehdîdên weke "Yan derkevin, yan jî emê we bikujin" welatî neçarî koçberiyê kirin. Belkisa Aslan a ku ji bin bombabarana Surê ji Taxa Dabanoglu derketî niha jî di şertên jiyanê yên zor de heman hîsan jiyan dike got: "Xwezî ez derneketibama. Herî kêm min bi mereqên li hindirê Surê çîdibe jiyan nedikir, ezê jî dinavê debama."
Pêdiviyên Belkisa ya ku niha di mala wê de tenê tiştek sax nemayî bi sarincek a şîrê zarokê xwe têde bicemidîne heye. Belkisa ya ku piştî ji Surê derketî li gel 7 zarokên xwe demdirêj li cihê hewandinê geriyayî destnîşan kir ku di nava Surê de mayîn ji mala xwe terikandinê hînbaştirbû û wiha domand: "Mal şewitandin, ma tişt jî ji bo xwe veşartin. Em ji mala me derxistin. Niha sarincek a min û zarokên min jî nîne. Zarokên min jehrî dibin, ez nikarim dermanê wan jî bigirim." Belkisa ya ku niha di malek kirê de dimîne, nikare kirêya xaniyê xwe jî bide.
'Em bi tehdîdan ji mala me derxistin'
Belkisa balkişand ser polîtîkaya helandinê ya ser Surê dan meşandi û da zanîn ku bi gotinên weke "Yan derkevin, yan emê we bikujin" ew tehdîdkirine. Belkisa destnîşan kir ku zarokên wê ne biçukbana ewê ticarî ji nava Surê derneketana. Belkisa anî ziman ku dema ji nava Surê derketin hişê wê li her tim li nava Surê bûye. Belkisa bilêv kir ku dê biçe teqez mala xwe ya şewitî bibîne, li ber konekê dane û li wê jiyana xwe berdewam bike.
'Ezê kon vedim û têde runim'
Belkısa wiha ber dewam kir, "Ji min re dibêjim mala te şewitiye, ezê mala xwe ji wan re nehêlim li ber konekê danim û têde bijîm. Ez derketim serê banek ê Surê û min mêzekir. Li Taxa Hasirliyê hemû malan xiradikin. Li wê polîsan qehwe vedixwarin. Paşê jî dibêjin 'ji bo parastina ew em li vêderêne.' Parastina çî, kê ji kê diparêzin. Her tiştên me mehf kirin. Em weke gelê Surê tiştên hatin jiyandin ticarî jibîr nakin."
(zt)