'Em têkoşîna jiyanê didin hun çima bêdengin?'

10:19

JINHA

ŞIRNEX – Li Şirnexê welatiya bi navê Şukriye Edin a bi gotina “Têkoşîna me têkoşîna jiyanê ye” behsa têkoşîna gelê kurd kir li bajarê dû bilind dibû nêrî û got ku ew ê heya ji destên wan tê li ber xwe bidin. Şukriye bang li cerdevanan jî kir û pirsa “Çawa xwişk û birayên xwe dikujin” li wan kir.

Li Kurdistanê ji ber înkar û îmhayê gelek caran gelê kurd bi koçberiyê re rû bi rû ma. Gelek welatî hene ku ligel koçberiya 20 û 30 salan hê jî bi hemû hêza xwe axa xwe hembêz dikin û yek ji van jî welatiya bi navê Şukriye Edin ê şirnexî ye. Şukriye a pirsa “Mala me li pişt me her roj diçin erdeki. Çi bikin?” dike got ku ew cara yekemîn ji gundê Raman a Şirnexê hatine koçberkirin. Şukriye a bi malbata xwe re piştî vê dorpêçê neçarî koçberiyê tê kirin ji ber ku naxwaze ji axa xwe veqete li konên li ber bajêr hatin danîn bi cih bû. Şukriye ragihand ku mala wê jî hilweşiyaye û behs kir ku gelek kes ji malbata wê jî din av berxwedanê de cih girtine.

‘Her koç dikin’

Şukriye bal kişand ser zextên li ser jiyana xwe û wiha got: “Dewletê ligel nerazîbûna me, em ji gundên xwe derxistin. Ma kê dixwaze ji axa xwe derkeve? Tu kes naxwaze biçe li kuçeyeke kesekî din bijî. Tu jiyan bo me nehiştin. Ger koçî cihekî ger koçî ciheke cuda dikin.” Şukriye got ku gelek serpêhatî hatin sere wan û ji ber vê jî tu taqêta wê nameya behsa wan bike û li ser hilweşandina malan û dorpêçê sekinî. Şukriye dûyên li ser Şirnexê bilind dibûn nîşan da û wiha axivî: “Îro rojeke aram e. Her roj dengê bombeyan wisa tê ku wekî kon dê hilweşin. Em çi bibêjin. Qasî ku ji destên me bê em ê li ber xwe bidin.”

‘Ma dayikan nedixwest rojên xweş yên wan zarokan bibînin’

Şukriye di rojên şer de zewaca Sumeyye Erdogan jî sekinî û bi van gotinan bang li Emine Erdogan a hevjîna serokomar Erdogan kir: “Gelo dema keça xwe zewicand çend kêfxweş bû? Di wê rojê de cenazeyên wan hebû. Gelo dayikên wan zarokan tune bû? Ma dayikên wan nedixwest rojên xweş yên zarokên xwe bibinin? Mirov xemgîn in û ew daweta keça xwe pêk tînin. Eşya û malên zarokên min şewitîn.”

‘Tu kes vî dengî nabihîze’

Şukriye da zanîn ku bûyerên li Şirnexê diqewimin ji aliyê tu kesî ve nayê bihîstin û li hember tunebûna bajarekî her kes bêdeng e. Her wiha Şukriye got ku gelê kurd têkoşîna jiyanê dide û ji vê têkoşînê wêdetir tu têkoşîn nîn e.

‘Ji ber çi xwişk û birayên xwe dikujî?’

Şukriye destnîşan kir ku beşdariya hin kurdên vê komkujiyê zêdetir êşa wê kurtir dike û wiha bang li cerdevanan kir: “Cerdevan zarokên me dikujin. Ma tu ji ber çi xwişk û birayên xwe dikujî? Dema kurd bi vî awayî bikn em ê çawa behsa kirinên tirka bikin?”

(kom/zt)