Jinên KJA’yê li dijî rapora şerîatê wê dakevin kolanan
10:56
Bêrîtan Elyakut/JINHA
AMED – Li dijî rapora Komîsyona Destberdanê ya TBMM’ê ku mafê destberdanê ji destê jinan digire û zarokên rastî îstîmara zayendê hatiye bi kesê ku îstîsmar kiriye re dizewicîne, bertek zêde dibin û li dijî vê wê hemû saziyên jinan yên Amedê dakevin kolanan.
Li dijî rapora Komîsyona Destberdanê ya TBMM’ê ku mafê destberdanê ji destê jinan digire û zarokên rastî îstîmara zayendê hatiye bi kesê ku îstîsmar kiriye re dizewicîne, bertek zêde dibin û li .dijî vê wê hemû saziyên jinan yên Amedê dakevin kolanan. Li Amedê bi pêşengiya KJA’yê sibê saet di 17.30’î de wê jin dakevin qadan. Jin wê çalakiya deng derxistinê û daxuyaniyê pêk bînin û rapora şerîatê wê protesto bikin.
Civaknasa Navenda Jinan a Ekîn Cerenê Ceylan Yildiz got rapora ku ji komîsyonê derketiye qadên jiyanê yên jinan teng dike û mafê jiyana bi ewle xesp dike û got ku rapor şerma herî mezine.
‘Bi rêbazên paşverû pêşî li destberdanê digirin’
Ceylanê da zanîn ku ew vê raporê nas nakin û got di esasê de jiyanek wek terza DAIŞ’ê tê pêşkêşkirin. Ceylanê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Di demeke ku di her mijarê de dezenformasyon tê jiyîn de biryarên têkildarî destberdanê de tê girtin bi amatorî tên girtin. Tecawiz û tacizên tên kirin, dixwazin veşêrin. Komîsyonê Qanûna Pêşîgirtina Şîdeta li Ser Jinê ya hejmar 6284’an binpê dike. Komîsyon rewşên şîdetê û dozên destberdanê bi rêbaza lihevkirinê çareser bike. hewl didin bi rêbazên paşverû pêşî li destberdanan bigirin.”
‘Wê pirsgirêkên ku neyên çareserkirin bên jiyîn’
Ceylanê got di raporê de tê gotin ku zarokên rastî îstîsmarê hatine wê bi kesê ku ew îstîsmar kiriye re bê zewicandinê û got: “Ev qanûn daxwaza zarok li ber çavan nagire. Zarokek ji 18 saliyê biçûk bi tecawizkar re bê zewicandin, ev feraset nekare bê qebûlkirin. Ev pêkanîn tecawizkaran teşwîq dike. Yanî rê dide ber wan. Yanî zarokekî rastî îstîsmarê hatibe, nêrîna wan nayê girtin. Di qanûnê de tê gotin ku kesê tecawiz kiriye bi zaroka ku tecawiz kiriye re bizewice û bê 5 salan bê pirsgirêk zewaca xwe bidomîne wê bê berdan. Her wiha zaroka hatine îstîsmarkirin jî ji 15 saliyê biçûktir be ev ji sûc derdikeve.”
‘Li welatê ku sûcdar ceza negire wê jiyana zarokan tarî bibe’
Ceylanê got ew tiştekî wisa qebûl nakin û got divê ti wijdan vê qebûl nekin. Ceylanê da zanîn ku li welatekî ku sûcdar ceza neigirin, wê jiyana zarokan tarî bibe.
Ceylanê di dawiya axaftina xwe de got wê roja pêncşemê li Kolana Hunerê çalakiyê pêk bînin û banga beşdarbûnê li hemû jinan kir û got bila bêdeng nemînin.
(hu)