'Dem dema hemû gel ji bo Nisêbînê deng derxistinê ye'

11:05

JINHA

MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, diyar kir ku Nisêbîn 73 rojin li dijî hemû êrîşên giran di ber xwe dide û hêzên dewletê ku nikarin têkevin nisêbîne bi tang û topan nêzî 8 hezar xanî hatin xerakirin. Sara, anî ziman ku hêzên dewletê bi tang û topan xanî û taxan xera dike û ev rewşa Tirkiyeyê nîşan dide. Sara, anî ziman ku gelê Nisêbînê tu carî tawîz nedaye û li dijî hemû êrîşan di ber xwe dide. Sara, xwest her kes deng bide berxwedana Nisêbînê û li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

Li navçeya Nisêbînê gelê Nisêbînê 73 rojin di bin êrîş û dorpêça hêzên dewletê bê navber di ber xwe dide. 73 rojin li gel hemû êrîşên dijwar ên bi tang û topan, serî daneniye û ji bo parastina xwerêveberiyê berxwedanek dijwar didin. Ji bo tax û kolanên xwe biparêzin şerekî dijwar dimeşînin. Hêzên dewletê jî ku nikarin têkevin tax û kolanan bi tang û topan û balafirên şer Nisêbînê bombe dikin. Bi taybet li taxa Yenişehirê balafirên şer bome kir. Navçeya Nisêbînê 8 carin ji aliyê hêzên dewletê ve tê qedexekirin. Lê Nisêbîn 8 carin li dijî hemû êrîşên giran di ber xwe dide li dijî êrîşên talankir û wêranker serî hildidin. Têkildarî êrîşên li ser Nisêbînê Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, anî ziman ku gelê Nisêbinê li hemberî hemû cureyên êrîşa dewletê di ber xwe dide û wiha got: "Dewlet bi her awayî êrîş dike. Bi tang, top, bombe, balafir, qutkirina avê, ambargoya zexîre, ceyran, bombeyên gazê û her awayî êrîş dike. Gelê Nisêbînê rol û erka xwe ya dîrokî pêk anî û berxwedana xwe berdewam dike. Bi biryar e heta dawî di ber xwe bide."

'Salek e Nisêbîn di bin dorpêçê de ye'

Sara, destnîşan kir ku êrîş bi 73 rojên dawî ne bi sînor e û salek e hêzên dewletê Nisêbîn dorpêç kiriye û êrîşên hêzên dewletê salek e berdewam dike û wiha got: "Di Hezîrana 2015'an de kalê bi navê Seyithan Dede hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Seyitxan saleke Nisêbîn di bin êrîş û dorpêçan de ye. Nifîsa Nisêbînê 130 hezar e. Ji ber êrîşên dewletê yên dijwar gelek welatî ji bo demek kurd koçî gundên cîran bûn. Niha nêzî 50 hezar nifûs maye. Hêzên dewletê ji bo ew welatiyên li Nisêbînê mane jî koçber bibin bi hemû hêza xwe bi tang û topan êrîş pêk tînin. Mirovan tî û birçî dihêlin. Bê xwarin û bê av dihêlin. Li gel hemu cureyên erîşan gel bi biryar e Navçeyê terk nekin. AKP, hewl dide malbatan tevan ji xaniyên wan derxe. Malbatên ku malên xwe terk nakin, tirsa wan ewe ku xanî bi ser wan de xera bibe. Di salên 1990'an de gundê welatiyan şewitandin û mirov bi zorê koçber kirin. Niha jî xaniyên wan xera dikin û dixwazin koçber bikin. Lê vê carê mirov dibêjin çi dibe bila bibe dê ax û warê xwe terk nekin. Bi deh hezaran welatiyên koçî derdorê kirine, li bendê ne ku dorpêç bi dawî bibe û bi lez vegerin warên xwe."

'8 hezar xanî û kargerî hatin xerakirin'

Sara, da zanîn ku li Nisêbînê 8 hezar xanî û kargerî hatine xerakirin û wiha got: "Warên dîrokî jî xera dikin. li taxên ku şer lê tune be jî xaniyan xera dikin. Kargeriyan xera dikin. Kolana herî dîrokî ya Kaçakçiyan jî xera dikin. Talan dikin û wêran dikin. Mal û milkê welatiyan didizin. Bazara Acatan hemû wêran û talan kirine. Dikanên gelek esnafan hatiye talankirin."

'Cenaze hêj li kolanan in'

Sara, destnîşan kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane hêj cenazeyên wan li erdê ye û malbat nikarin cenazeyên zarokên xwe defin bikin û wiha berdewam kir: "Niha 23 cenaze li morga nexweşxaneyê ne. Cenazeyên din li kolanan in. Malbat bi fikar in ku cenaze birizin. Ev li ber çavê hemû cîhanê pêk tê. Li ber çavê hemû cîhanê Nisêbîn tê bombekirin. Em wekî gelê kurd naxwazin, leşker, polîs û ciwanên kurdan bên kutin. Em li welatê xwe aştiyê dixwazin. Em dixwazin her kes ji bo aştiyê têbikoşe. Gelê Nisêbînê ji bo parastina kolan û malên xwe têdikoşe. Êrîş bi dijwarî berdewam dike. Hovîtiya li Cizîrê li vir jî didome."

Gelê Nisêbînê naxwaze zexîre ji polîs û leşkeran bigire

Sara, destnîşan kir ku ji ber demek dirêj e dorpêç û êrîşên hêzên dewletê berdewam dike di gelek malan de zexîre û pêdiviyên jiyanê jî nemaye û welatî di malên xwe de mahkûmî birçîbûnê hatine hiştin û wiha domand: "Leşker û polîs li ber kamerayan wekî ku alîkarîya zexire dikin nîşan didin, lê gelê Nisêbînê naxwazin alîkariyê ji destê leşker û polîsan bigirin. Ji bo mohtacî dewletê nebin bi nanê zuha dijîn. Komeleya Rojava ji bo alîkarî bidin çend çaran serlêdan kir, lê hêj bersîv û destûr nehatiye dayîn."

Deng bidin berxwedana Nisêbinê

Sara, herî dawî bang li gelê kurd û cîhanê kir û wiha got: "Nisêbin di ber xwe dide û dê di ber xwe bide. Divê her kes li hemberî vê berxwedanê bêdeng nemînin û deng bidin berxwedana Nisêbinê. Rûmeta mirovan li ber deriyan hat qetilkirin. Xanî bi serê welatiyan de xera kirin. Gelê Nisêbînê li hemberî zilmê serî netewand û dê tu carî serî netewîne. Niha gelê Nisêbînê di bin tecrîd û ambargoyê de ye. Gelê Nisebînê li hemberî hemû neheqî û êrîşên dijbar di ber xwe da. Deng bidin gelê Nisêbînê."

(kom/zt)