Kerengên Kurdistanê li metropolan rastî eleqeyê tên
11:40
JINHA
STENBOL - Kerengên bi tam ku ji gelek nexweşiyan re dermane, li ser her bostek axa Kurdistanê çêdibe. Kereng li metropolan dibe mêvanê mutbaxa mirovên ku hesreta axa xwe dikşînin. Xwarina Kurdistanê ya xwezayî kereng bala jinên Stenbolê yên ku ji xwezayê durketine dikşen e.
Gelek berhemên xwazayî ku li Kurdistanê çêdibin bi hatina biharê re li ser dezgihên metropolan cihê xwe girtin. Ji mirove yekem heya niha mirov pêdiviyên xwe ji xwezayê pek tînin. Li Bazara Jinan a Fatîha Stenbolê kerengê ku li ser axa Kurdistanê çêdibin cihê xwe li ser dezgihan girt. Fevziye Kulikan Taşdemir got ku ew hatiye bazara Jinan ji bo kerengê ku li ser axa Kurdistanê çêdibe bistînê û wiha berdewam kir: "Ev 50 sale ez li Stenbolê dijîm hîn jî min dev ji xwarina kerengan berneda ye. Tama kerengan hem xweşe û hem jî bi sûde. Dema ez biçûkbûm dayika min kereng çêdikir. Gava min kereng li bazarê li ser dezgihan dît ew roj hat bîra min. Ne aramiya min ji bo hesreta welate. Dema min kereng li bazarê dît ez pir keyfxweşbûm. Ji bo dema em biçûk me kereng bi keviran hurdikir û dixist benîşt. Çaxê min kereng li bazarê dît ez vegeriyam zarokitiya xwe. Cihê kerengan li ba min cudaye."
'Ji bo kereng li xwezayê çêdibe bala min dikişîne'
Fevziye bilêv kir ku wek her berhemên Kurdistanê xwarina wan çêdibe, xwarina kerengan jî çêdibe û gelek nexweşiya jî asteng dike û wiha qala teybetiya kerenga kir: "Ji kerenga xwarina wek nok, goşt û tirşayî çêdibe. Giyayê bişkin jî nexweşiya penceşêrê asteng dike. Ji bo ku hemu berhemên bazarê xwezayîne ez ji bazarê hezdikim. Ji ber wê ez stendina kerenga keyfxweş dibim." Fevziye got ku ew pir ji xwezayê hezdike û dixwaze li xwazaye bijî û wiha dom kiri: "Ji bo kereng li xwezayê çêdibe bala min dikişenin. Ez dayîn û stendina bazara Jinan a Fatih e pir hez dikim û keyfxweş dibim." Fevziye anî ziman ku kerneg pir xweşin û ew ji baharê pêştir ji zozanan hezdike û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ev berhem hemu xwezayin e."
'Yek ji me Bakurî yek ji me Rojhilatî em hevalê hevin'
Canan Bayraktara jî da zanî ku ew hertim tê bazarê û wiha got: "Hemu aliyê welate me xweşin. Ya girîng ku mirov bi mafe xwe li welat jiyan bike. Wî çaxî dê hîn xweştir be. Yek ji me Bakurî yek ji me Rojhilatî em hevalê hevin." Canan bilêv kir ku ew li gorî çanda Stenbol û Enqerê mezin bûye lê dîsa bala li ser xwarinên mutbaxa kurdaye û wiha gotinên xwe berdewam kir: "Em hemu wek xwarina goşt, nok û avabacanan ku di kuşxane de bi pijin em nikarin ji hev cuda bijîn wê dema tama xwarinê na men e."
(dt/zt)