Rojda Felat: Pêşdeçûna me dewam dike

11:40

JINHA

KOBANÊ - Fermandara QSD'ê Rojda Felat diyar kir ku di 'Operasyona Rizgarkirina Bakûrê Raqayê' de du mezrayên ku di navbera gundên Fatsa û Wastayê de hatine rizgar kirin û got çeteyên DAIŞ'ê ji gundê Qertaca hatî paqij kirin û anî ziman ku ew ê hemleyê rizgarkirinê berdewam bikin.

"Hemleyê Rizgarkirina Bakûrê Raqayê" di roja duyemîn de berdewam dike. Bi dest pêkirina operasyonê re gelek gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgar kirin. Di duyem roja hemlê de Fermandara QSD'ê Rojda Felat, diyar kir ku ew operasyonên xwe bi piştgiriya balafirên koalîsyona navnetewî pêk tînin. Rojda Felat da zanîn ku wan du mezrayên ku di navbera gundên Fatsa û Wastayê de hatine rizgar kirin û got çeteyên DAIŞ'ê ji gundê Qertaca hatî paqij kirin. Rojda got, "Heya em Raqayê rizgar bikin, dê berxwedana me berdewam bike. Pêşdeçûna me dewam dike."

(rc)