Perwerdeyê xweser a beşa trafîkê bi dawî bû

11:53

JINHA

EFRÎN – Li Kantona Efrînê 12' jinên ku tevlî perwerde trafîkê bûne, perwerdeyê xwe bi dawî kirin û dê li navend û navçeyên kantonê bêne erkdarkirin.

Di 8'ê Adara 2015'an de beşa trafîka jin hat vekirin. Armanca aktîfkirina beşa trafîka xweser, rêxistinkirina jiyanê civakê û piştgirî dayîna hêzên Asayîşê ye. 12'e endamên jin ên ku tevlî perwerdehiya trafîkê bûne, ji dest pêka meha Gulanê ve dest bi perwerdeya xwe kirin û duh jî perwrede bi dawî bû. Di bidawîbûna dewreyê de 75 endamên trafîkê amade bûn. Di rojên pêş de, dê ev 12 endamên jin li navend û navçeyên Kantonê bêne belavkirin. Endama rêveberiya beşa trafîka jin a Kantona Efrînê Kewser Şaşo derbarê mijarê de axivî û ev tişt gotin: “ Divê jin di hemû qadên jiyanê de bibin xwedî maf û asta têkoşîn xwe bilind bikin.”

(rc)