4. Mihrîcana a FîlmAmed berdewam dike

12:29

JINHA

AMED - Li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê mihrîcana 4. a FîlmAmed bi belgefîlmê "Banga Rojê" dest pê kirî berdewam dike.
Bi dirûşmeya "Her der berxwedan, her der sînema" mihrîcana 4. a FîlmAmed bi pêşandana belgefîlman û çalakiyên sînemayî li salona sînemayê ya Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn a Şaredariya Peyasê dest pê kirî berdewam dike. Di vekirina mihrîcanê de Hevşaredarê Peyasê M. Alî Aydin, cîgira hevşaredar Nesrîn Keskîn, rêveberên HDP, BDP, nûnerên gelek saziyan û gelek sînemahez beşdar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê Akademiya Sînemayê ya Rojhilatanavîn perwerdekar û rêvebir Îslam Dagdevîren axaftina vekirina bernameyê kir û diyar kir ku ev mihrîcan bo bîranîna sînemager Îslam Balikesîr ê li Cizîrê di jêrzemîna wehşetê ya yekem de hatibû qetilkirin hatiye nezirkirin.

Mihrîcaneke azad û bêsansûr

Di vekirina mihrîcanê de Hevşaredarê Peyasê M. Alî Aydin jî diyar kir ku gelê kurd ji dîrokê ve ye li berxwe dide û weha domand: "Mihrîcana 4. a FîlmAmed bo bîranîna sînemager Îslam Balikesîr ê li Cizîrê ji bo kişandina belgefîlmekê amade bû di jêrzemîna wehşetê ya yekem de hate qetilkirin hatiye nezirkirin. Bi vî awayî Balikesîr bibîr tînin û di kesayeta Balikesîr de em bejna xwe li hember tevahî cangoriyan ditewînin. FîlmAmed berxwedanek e. Di mihrîcanên Stenbol, Enqere û Antalyayê de nehiştine piraniya filman bên seyrkirin. Ji ber ku piraniya van fîlman rastiya herêmê radixe ber çavan nahêlin bên nişandan. Bi vî awayî ev mihrîcan ji bo rastiyan bi awayeke azad nişan bide giring e. Îsal beşa pêşbaziyê hatiye rakirin. Ya giring ji bo me tiştên rastiyê tîne ziman bixwe ye. Ji ber vê, di amadekirin û beşdarkirina vê mîhrîcanê de kesên ku keda wan derbas bûye spasî û malavahiyên xwe em tînin ziman."

Di vekirinê de eleqeyeke mezin hebû

Piştî axaftina vekirinê mihrîcanê ji alî rêveber Hamdî Akyol û Cemîl Kizildag bi belgefîlmê "Banga Rojê" dest pêkir û bi dawî bû. Salona sînemayê hatibû dagirtin di dema temaşekirina belgefîm de ku gelek sînemahez li ser lingan temaşe kir. 45 fîlm dê bê pere di mihrîcanê de bên nişandan û di 29 Gulanê de bi dêlindêzekê wê bi dawî bibe.

(kom/zt)