Desteya Jinê: Divê Aysel Avesta serbest bê berdan

12:50

JINHA

KOABNÊ - Desteya Jinê ya kantona Kobanê ji ber girtina Rojnemevan Ayîsel Avsta daxuyaniyek bi tevlîbûna tevahî jinên xebatkar dan.

Desteya Jinê ya Kantona Kobanê têkîldarî binçavkirina rojnameger û pêşkêşvana Stêrk TV Gazal Avanaş (Aysel Avesta) a li başûrê Kurdistanê di 19'ê Gulanê de ji Şengalê derbasî Duhokê dibû ji aliyê hêzên asayişa PDK'ê ve hate binçavkirin daxuyaniyek da. Daxuyanî li ber Navenda Kantona Kobanê bi tevlîbûna tevahî xebatkarên jin, ji aliyê Hevseroka Desteya Rêvebiriya Perwerdê Nesrîn Kenan ve hat xwendin. Di daxuyaniya ku hatî dayîn de azadî ji bo Gazal Avanaş hat xwestin.

'Divê PDK'ê dev ji helwesta xwe yê hevkariya dijber berde'

Nesrîn da zanîn ku gelê Kurd bi sedan sale rastî zilma desthilatdariyê tên û wiha got, "Gelê Kurd tevî gelên din li Rojava di şexsê çeteyan de hember hêzên desthilatdariyê berxwedanek dîrokî nîşan dan. Dewleta Tirkiyê ya ku destkeftiyên Rojava napejrîne, li hember Kurdan konsepta şer xistiye dewrê û bi aweyek hovane êrîş pêk tîne. Li Başûrê Kurdistan hêzên PDK'ê jî tevî konsepta şer yê AKP'ê peralel tevdigere û tevahî rêbazên dijberiyê pêk tîne. Mînaka herî dawî jî girtina rojnamevan Aysel Avesta bû. Em girtina Ayselê bi tundî şermezar dikin û dexwaza azadiya wê dixwazin. Divê PDK'ê dev ji helwesta xwe yê hevkariya dijber berde êdî."

(rê/rc)