Li Wanê banga tevlîbûna mitîngê hat kirin

13:02

JINHA

WAN - Rêxistinên HDP û DBP' yên Wanê ku bi çapemeniyêre hatin cem hev. Banga tevlîbuna mitîngan kirin.

Li Wane bi tevlîbuna Rêveberên rêxistinên HDP, DBP'ê ya Wanê, parlementerên HDP'ê yên Wanê Bedîa Ozgokçe, Lezgîn Boton, Nadîr Yildirim, Adem Geverî û Hevseroka şaredariya bajarê Wanê Hatîce çoban li avahiya VATSO yê ji bo mitîngên li Wan û navçeyên Wanê pêk bên bi çapameniyêre hatin cem hev. Hevserokên HDP'ê ya Wanê Yakup Atas bal kisand êrişên li ser HDP'ê û banga tevlîbûna mitinga 30'ê Gulanê kir. Pistî Yakup parlementerê HDP'ê Wanê Lezgîn Botan axivî û wiha got: " AKP'ê êrîşek topyekûn dijî gel ê Kurd daye dest pêkirin. " Lezgîn diyar kir ku bi darbeya 20' ê Gulanê re êrîşek li ser îradeya gel ê kurd pêk hatiye. Lezgîn bang li gel ê Wanê kir û got bi avayekê girseyî tevlî mitînga bibin. Pistî axaftinan daxuyanî ya çapameniye bi dawi bû.

(ga-hk/rc)