‘Qanûna Karkerên Kirê li ser keda jinê tê formulekirin’
13:49
Habîbe Eren/JINHA
ENQERE - ‘Qanûna Karkerên Kirê’ ku ji meclîsê derbas bû, bi erêkirina serokkomar re ket metiyetê. Sekretera Têkiliyê Navneteweyî ya TÎS a Hiqûqî ya KESK’ê Fatma Çetîntaş got qanûn pir bê ewleye û bandorê li ser jinên ku bi heqdestekî kêm dixebite, dike. Fatmayê got ev êrîşa li dijî hemû çîna karkerane, li ser keda jinê tê formulekirin û got: “Darbeya 12’ê îlonê çi kir, ji bo sermayeyê tiştên girîng kir. Cuntaya leşkerî pêşî li vê girt. Em niha heman pêvajoyê bi darbeya nû re dijîn.
Pêşnûme Qanûna ‘Karkerên Kirê’ ku ji meclîsê derbas bû, bi erêkirina serokkomar re ket meriyetê. Sekretera Têkiliyê Navneteweyî ya TÎS a Hiqûqî ya KESK’ê Fatma Çetîntaş têkildarî mijarê de ji JINHA’yê re axivî. Fatmayê da zanîn ku di alî polîtîk de divê binê çend rewşan xêz bike û got: “Mirov dikarin bêjin ku di alî siyaetê de pêvajoya darbeyê tê jiyîn. Darbeya 12’ê îlonê çi kir, ji bo sermayeyê tiştên girîng kir. Cuntaya leşkerî pêşiya vê vekir. Em niha heman pêvajoyê bi darbeya nû re dijîn.
‘Ji sermayeyê re baxçeyê gulan tê afirandin’
Fatmayê got bi qanûneke cidî ya ku ewlehiyan ji holê radikin re rû bi rû ne û wiha got: “Gelek qezencên çîna karkeran ji holê rabû. Ev qanûna ‘karkerên kirê jî’ ji koletiyê wêdetir tiştek nîne. Desthilatdarî jî di vê pêvajoya darbeyê de dixwaze ‘baxçeyê gulan biafirîne.’
‘Êrîş li ser keda jinê tê formulekirin’
Fatma li ser aliyê qanûnê ya têkiliya wê ya bi jinê re û got qanûn zêdetir li ser keda jinê tê formulekirin û got qanûn jinan di rolên zayenda civakî de tê heps kirin. Fatmayê destnîşan kir ku qanûn bi tevahî li kedkaran dixe.
‘OÎB wê keda jinê mêtêrînger bike’
Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku jin herî zêde dikarê ku heqdestê wan kêm de dixebite û got dema mirov li xalên Buroyên Îstîhdama Taybet (OÎB) yên ji bo kirêkirina karkeran, dinêrin mirov dibînin ku raste rast bi keda jinê ava kirine. Fatmayê got ev jî li gorî piştperdeya îdeolojîk ya AKP’ê ye û got divê bi taybet rêxistinên jinan vê qanûnê wek sernavekî bidin berxwe û têkoşînê rêxistin bikin.
(hu)