Skandala ji bo zarokên sunet bûne ‘belgeya mêrtiyê’
15:00
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî pîvanên zayenda civakî û rolên wê sune ji bo zarokan wek ‘pêngava yekem a mêrtiyê’ tê dîtin û ji aliyê doktorekî sunetê ve ‘belgeya mêrtiyê’ hat derxistin. Di civaka serdest ya mêr de ku zarokan lî gorî civaka heteronormatîf vediqetînin, mudaleya li ser bedena zarok tê kirin carek din bi ‘mêrtiyê’ pîroz hat dîtin.
Îro di çapemeniya civakî de belgeyek bi navê ‘belgeya mêrtiyê’ hat parvekirin. Belgeya ku li ku derê û an jî çima hatiye derxistin nayê zanîn, belgeyeke ku ji bo zarokên hatine sunetkirin hatiye derxistin.
Ji doktorê zayenperest belgeya zayendperest
Di civaka serdest ya mêr de ku zarokan lî gorî civaka heteronormatîf vediqetînin, mudaleya li ser bedena zarok tê kirin carek din bi ‘mêrtiyê’ pîroz hat dîtin.
Li bin belgeyê navnîşan navçeya Kulu ya Konyayê derbas dibe. Wek îmze jî navê doktor Murat Tutuncu cih digire. Cihê ku navê nexweş lê bê nivîsin vala hatiye hiştin. Sernavê belgeyê jî ‘belgeya mêrtiyê’ ye û ji îfadeyên belgeyê tê fêmkirin ku ji bo zarokên hatine sunetkirin hatiye amadekirin.
'Belgeya mêrtiyê’
‘Belgeya mêrtiyê… kurê… di dîroka…. Ji aliyê Dr. Murat Tutuncu ve hatiye sunetkirin û ji ber ku di dema sunetê de negiriyaye û cesaret nîşandaye ev belge hêjayî wî hatiye dîtin û pêngav avêtiye mêrantiyê. Doktor Murat Tutuncu."
(hu)