Li hember êrîşan berxwedana Şirnexê di roja 72'an dene

15:51

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexê di êrîşên qirkirinê de mal tên şewitandin û bi teqemeniyan tên teqandin, taxa Bahçelîevlerê jî bi obusan tê bombebarankirin.

Li Şirnexê li dijî êrîşên qirkirinê berxwedana xwerêveberiyê di roja 72'yemîn de ye û bi bombebaranê re mal tên xirakirin. Li bajar şev bêdeng derbas bû û tene dem bi dem dengê çekan dihat. Serê sibehê li taxên Cumhuriyet, ÎSmetpaşa û Gazîpaşayê hin mal ji aliyê hêzên dewletê ve bi teqemeniyan ve hatin teqandin. Li hersê taxan jî tank û panzer malan yek bi yek xira dikin û pêş de diçin.

Hêzên dewletê yên li taxa Yenîmahalleyê bi tankan mal bombebaran kirin bi sedan mal jî dan ber agir. Malên ku îtfaiye nikarin mudaxale bikin ji duh ve ye dişewitin. Li taxên Aydinlikevler, Tekser û Vakifkentê hêzên dewletê gelek mal bi pançeran ve xira kirin. Li Bahçelîevlerê jî dem bi dengê pevçûnan tê. Serê sibehê piştî ku dengê çekan hat, tax bi obusan ve hate bombebarankirin. Li dijî taxê bombebaran didome.

Li navenda bajar û çoltera bajar jî tegera hewayî bênavber didome. Bi şev heta sibehê balafirên bêmirov (ÎHA) firiyan, serê sibehê jî ji Tugaya Cendirmeyan a Çakirsogutê helîkopter rabûn.

(kom/zt)