Rêveberiya herêma El Şehba banga piştgiriya hemleyê rizgarkirina Raqayê kir

17:02

JINHA

EFRÎN-Meclîsa Rêveberiya Herêma El Şehba daxuyaniyek derbarê dest pêkirina hemleya rizgarkirina Bakûrê Reqayê ku ji hêla QSD'ê hatiye destpêkirin da.

Li Kantona Efrînê Meclîsa Rêveberiya Herêma El Şehba tekîldarê Hemleyê Rizgarkirina Bakûrê Reqayê daxuyaniyek da. Daxuyaniya ku ji aliyê endama Rêveberiya Herêma El Şehba Nediye Mihemed ve, bi beşdarbûna endamên meclîsê hate xwendin. Di daxuyaniyê de şert û mercên zehmet ên Sûriyê hate dest girtin û wiha hate gotin, "Gelê me di van 6 salên şer de êşên mezin re rûbirû man. Di van êrîşan de hemû pêkhateyên Sûriyê zirareke mezin dîtin. Vê yekê bû sedem bi hezaran ji gelê me koçber bibin."

Di daxuyaniyê de berfirehî rewşa şer û aloziyên li Sûriyê hate vegotin û îşare bi planên hêzên herêmî û navnetewî jî hate kirin. Her wiha êşên jiyan di van şeran de jî hate vegotin. Di dawiya daxuyaniyê de jî wiha hat gotin, "Em wek meclîsa Herêma El Şehba hemleya rizgarkirina Bakûrê Reqayê ku ji hêla QSD'ê ve hatiye destpêkirin wek destpêka rizgarkirina hemû herêmê dibînin. Ji bo ku ber bi avakirina Sûriyeke demokratîk û yekpare ve biçe ev pêngaveke girîng e. Em bang li gelê herêmê dikin ku bi her awayî piştgiriya vê hemleyê bikin."

(fr/jh/rc)