Dayikên Aştiyê: Dê di CHP di dahatoyê de çawan li ruyê zarkên xwe binêrin?
17:48
JINHA
STENBOL - Çalakiya Dayikên Aştiyê yên ku her hefte ji bo tecrîda li ser Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û muzakerğ ji nûve bên destpêkîrîn di hefeya 29'an de berdewam kir. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de bang li CHP'ê kir û ev tişt hat gotin: "Erdogan berê kirin serokomar, dê niha jî bikin serok. Hûnê di pêşerojê de çawa li rûyên nebiyên xwe mêze bikin? Ji bo wê divê piştgiriyê bidin wekîlên me."
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê, ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin û Hevdîtinên li Dolmabahçeyê ji nûve bê destpêkirin, di hefteya 29'an de li ber Qesra Dolmabahçeyê çalakî pêk anîn. Dayikan di çalakiya xwe de pankarta "Em dayikin, kurdin, tirkin, lazin, erebin, çerkezin, lê em dayikin" vekirin û dovîzên bi zimanê kurdî, îngilizî û tirkî yên wekî "Jin şer naxwazin" vekirin û banga aştiyê hat kirin.
'Îro HDP sibê wekîlên wan'
Dayika Aştiyê Zeytûn Ozdemîr bal kişand ser rakirina destnedanan û bang li wekîlên CHP'ê kir û ev tişt hat gotin: "Deng dan û gotin em wekîlên we ji meclisê davêjin. Heke îro wekîlên HDP'ê ji meclisê bê avêtin, dê sibê dor bê we. Dê heman tişt bê serê wekîlên CHP'ê jî. Gelê me ji vê yekê ne razî ne. Hemû gelê kurd li ser piyan e û li pey wekîlên xwe ne. Banga min ji bo CHP'ê ev e; bila destê xwe bidin ser wijdana xwe li gorî wê deng bi kar bînin. Welîlên me çi kirin? Ev niheqî li wan hat kirin."
'Kurdan wekî xetere dibînin'
Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt der barê çalakiya li ber Dolmabahçeyê de agahî da û aşkera kir ku çalakiya wana li vir ji bo dîsa vegerin lihevkirina Dolmabahçeyê û wiha got: "Ev 29 hefte çêbû. Lê mixabin tiştên ku me hêvî dikirin, li vir berovajiyê wê çêbû. Ji ber ku kurdan ji bo Qesrê xeter dibînin."
'Mafê mirovan tune'
Dayika Sultan bal kişand ser Civîna Piştgiriya Mirovî ya Cîhanê û wiha pêde çû: "Li welatekî mafên mirovan tune be, dê civîna mafê mirovan çawa çê be. Dema li Stenbolê ev civîn pêk dihat, li meclisê destnedana wekîlên me dihat rakirin."
Dayika Sultan herî dawî bang li CHP'ê kir û destnîşan kir ku berê Erdogan xistin serkomar, dê niha jî bikin serok û ev tişt got: "Hûnê sibê çawa li rûyê zarok û nebiyên xwe mêze bikin? Ji bo wê divê hûn piştgiriyê bidin wekîlên me."
(zt)