‘Keda jinê li gundan nayê dîtin’
09:06
JINHA
AMED - Navenda Jinan a Kardelen bi jinên gûndan re tê cem hev. Xebatkarên navendê diyar kirin bi sed salane ku tu xizmet li gûndan nehatiye kirin û ji ber wê jin gelek zehmetî dikşînin û tevi hemû ked û zehmetiyan jî keda jinê tûne tê hesibandin.
Navenda Jinan a Kardelen ku girêdayê Şaradariya Rezan e, li gundên girêdayî navçeya Rezan digerin û bi jinan re hevditinan pêk tînin. Xebatkarên navendê ku heya niha zêdetirî 20 gûndan ziyaret kirine bi sedan jinan re anket çêkirine. Xebarkarên navendê xebatên xwe nirxandin û diyar kirin ku jin li her qadên jiyanê kedek mezin didin, lê keda wan nayê dîtin.
Xebatkara Navenda Kardelenê Hamdiye Dag da zanîn ku xebatên wan li ser pirsgirêkên jinanin û wiha behsa xebatên xwe kir: "Jin di her qadê jiyanê de kedek mezin didin lê ev kedawan nayê hesab kirin. Di alî xizmetên şaradariyê de kêmasî hene, rêyên wan tine ne, di aliyê tendûristiyê de kêmasiyê mezin hene. Li vî gûndî ji ber ocaxa tenduristiyê tineye jinên du canî pirsgirêkên mezin dijîn; carnan heya diçin nexweşxanê zarokê wan bi rê de çê dibin. Ji ber ku dibistan li gûnd tineye taybat zarokên keç naçin dibistanê.” Hamdîya daxwazê jinan jî wiha anî ziman: "Di alîkariyê de pirsgirêkê mezin hene. Dîsan jin di aliyê perwerdê de jî pirsgirêk dijîn. Jin ji ber ku jiyanê giran dijîn di kontrol kirina hêrsa xwe de pirsgirêk dijîn. Di vî alî de divê hin xebat werin kirin.”
‘Dema kêmasî di jiyanê de hebe zehmetiya wê jin dikşînin’
Endama Meclisa şaradariya Rezan Kesûman Taşli jî diyar kir ku ev meh û niveke ku ew xebatên gûndan dikin û xebatên 20 gûndan temam kirine û wiha got: "Em hewil didin ku xwe bi gihînin her malê. Pirsgirêkên jinan piranî yekin, pirsgirêkê aborî pir tên, pêşiya me dewletê xizmeta ku li rojavayê Tirkiyê kiriye li vê derê nekiriye ji wê bûnê pirsgirêkên van gûndan ên bingehîn hene. Ji sedî deh ji xizmetê nadine gûndan, em wek şaradarî neçarin ji binî de despê bikin. Dewlet dibêje; 'Me 480 tirliyon li gûndan xerc kiriye' lê weska wan 8 tirliyon xerc bikirina niha ev gûnd ne di vî halîdabûn.”
Kesûman desnîşan kir ku ji ber ev sed sale tu xizmet li van gûndan nehatiye kirin niha ew nikarin vê kêmasiyê di nava çend salan de hel bikin. Kesûman balkişan ser rewşa jinên li gûndan û wiha pêde çû: "Dema av tûnebe ê ku herî zoriyê dikşîne jin e. Dema kar tinebe ê ku zoriyê dikşîne jin e. Dema feodaltî li pêşbe disa ê ku herî zêde dieçiqe jî jine.”
‘Mala bê jin bila xerabibe ji bin’
Kesûman diyar ku civak ji jinê re dibêje; ‘Tu jinî tu nikarî tiştekî bikî’ lê ew dibêjin; ‘Mala bê jin bila xerabibe ji bin’ û ev tişt anî ziman: "Keda jinê a nexuyayî hey e. Li sewalan jin dinêrin, karê malê jin dikin; lê tiştek bi destê wê nakave.” Kesûman anî ziman ku ji ber kar tineye jin wek karkerê demsalî koçî bajarên din dikin û wiha dewam kir: ”Li vê derê tiştek bi dest bixin tine ye, loma diçin bajarê din. Diçin Bûrsa, Edene û Mêrsînê keda jinê di dema karkeriya demsalê de jî winda dibe. Jin piştî karê çolê tê karê malê jî dike. Divê mirov li vê kedê xwedî derkeve.”
‘Tiştên ku jin destê xwe bavêjê ew tişt xweşik dibe’
Kesûman anî ziman ku ji ber sedemên aborî ew nikarin pirojeyên kar bidin avakirin û ev tişt got: "Banqeya Bajêr bê ku sedem nîşan bide pere li ser me dibire, em jî di vê hêlê de pirsgirêk dijin; lê disa ji emê ji bo ku van pirsgirêkan çareser bikin çi ji destê me bê em ê bikin." Kesûman herî dawî got ku tiştek ku jin destê xwe bavêje xweşik dibe û wiha dawî li gotinê xwe anî: "Xweska her tişt bi destê jinê bûna. Cihana jinê pir cûdaye, eger bi destê jinê bûna wê jin her kuleyakî berfê bikin rengek. Cihêkî rengê jinê lê tinebe ew der reşe. Cihek ku jin tê de tinebe li wê derê şere, li wê derê heskirin tineye. Ez hêvîdarim deng û rengê jinê li her derî belav bibe.”
(ma-şa/zt)