Eyî Eros li benda parastinê ye
09:08
Wehbê Romî/JINHA
GIRÊ SPÎ - Li bajarê Girê Spî yek ji cihên herî dîrokî ku bermahiyên wê heya niha mane, Eyî Eros e. Eyî Eros wek cihê yekemîn baweriya yek-xwedayî pîroz tê dîtin. Lê divê bi awayeke lezgîn bikeve bin parastinê.
Erdnigeriya Mezopoatmya xwedî dîrokek kevnare. Herçendî ev rastî pirî caran ji nedîtî ve were jî, lê hin bermahiyên ku mane xwe bi çi awayî be jî heya roja me anîne. Ligel ku hêzên desthilatdar û dagirker bi armanca tunekirina nirxên baweriya gelan bi salane, êrîş pêk tînin û dixwazin hafizayê civakê ji holê rakin jî, civak xwedî li hembûn û nixên xwe derdikeve. Yek ji van cihan jî Eyî Eros e ku wek cihê pêşketina yekemîn baweriya yek-xwedayî ji hêla niştecihên herêmê ve pîroz tê dîtin. Tê gotin ku Hz. Îbrahîm li vir jiya ye. Lê ev cihê pîroz, divê bikeve bin ewlehiyê û parastina wê were kirin.
Şêniyên bajar jî ji bo vî cihê dîrokî wiha dibêjin "Hz. Îbrahîm, ji Heranê hevjîna xwe Sara tîne û bi hev re li vir dizewicin navê vir dibe Eyî Aros. Aros di zimanê kevin de tê wateya bûk an jî dawet. Li kêleka wê jî meqamê Hz. Îbrahîm hebûye. Tê gotin berê eger bûyerek ne baş bi ser malekê de bihata, gel diçû wir ziyaret dikir ji bo bela derbas dibe." Di nîveka odeya Meqamê de tabûtek heye û li dora wê jî bi rengê kesk hatiye xemilandin. Ew tabût li gorî Şêxê Hesen dibêje, "Dema Frensa li Sûriyê bû ji Hemsê hin leşker hatin û ew tabûta çêkirin."
'Cihê diyar kirina rojevê bûye'
Yek ji alimên bajar Şêx Hesen ji bo vê mizgeftê wiha agahî da, "Di serdema Memlukiyan de li vir mizgeftek bi çar qube hatiye çêkirin. Gel di vê mizgeftê de rûdiniştin û di her mijarekê de nîqaş dikirin. Nîqaşên wan li ser aboriya civakê, rewşa siyasî û heya têkîliyên di navber jin-mêr û têkîliyan malbatan dihat gotûbêj kirin. Ango tişta ku rojane civak elaqedar dikir li vir dibû mijara nîqaşan."
'Çav Ji wêrankirina wê re girtine'
Şêniyên bajêr bi xemgînî behsa xirakirina meqamê H.z Îbrahîm dikin û wiha dibêjin, "Berê li derdor Meqamê, bi sedan dar hebûn, heta gola avê hebû ku masiyan tê de jiyan dikir. Ev masî tenê roja Îniyê derdiket. Çar dûvikên wê hebû. Heft caran li derdora xwe dizivirî û paşê xwe diveşart. Lê ev cih ji aliyê kesên nenas ve hate hilweşandin. Bi keviran tabût jî şikandin. Niha meqamê Hz. Îbrahîm wêran bûye. Jixwe rayedarên rejîmê çavên xwe ji vê rewşê re digirtin."
Şêniyên bajar bangî rêveberiya Girê Spî kir ku bi awayeke lezgîn dest biavêje vir û ji bo çêkirin û parastina wê bikeve nav hewldanan.
(hs/rc)