Têkoşîna jinên Gurgumê ya li Japonyayê
10:19
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Çanda Kurd ya Japonyayê ku bi ked û hewldana mezin a jinan bi awayekî aktîf faliyetan dimeşîne, rojeva welat dişopîne û bi xebatên xwe li pêşin. Ji bo Japon Kurd û tevgera Kurd nas bikin desteka wan gelek mezine. Komeleya Çanda Kurd a Japonyayê ku 12 hezar kîlometre dur e, ji Kudistanê re dibe deng.
Kurdên ku encama sedemên siyasî û aborî de koçber bûn, yek ji welatên ku lê bicih bûne, ji welatên Rojhilatêdûr Japonyaye. Îro li Japonyayê ji her çar aliyê Kurditsanê nêzî 2000 Kurd dijîn û ji van 1200-1300 kes li bajarê Kawaguchî ya eyaleta Saîtama rudinin. Bajar 10 deqeyan Tokyoyê dure. Kurdên koçî wir kirine ku piranî ji Pazarcixa Mereşê jî koçî wir kirine, di 2012’an de Komeleya Çanda Kurd ava kirin.
Van jinên ku malên xwe zozanên xwe şûnde hiştin, dest ji jiyana xwe ya siyasî û xwezayî bernedan. Li malê mas, penîr û nanê xwe çêkidin, li der jî cil û bergên xwe yên gelerî li xwe dikin û beşdarî Newroz û 8’ê Adarê dibin. Her wiha her cureyê xebata komeleyê didin meşandin. Bi cil û bergên xwe yên gelerî beşdarî bernameyên Japonan dibin û Kurdan temsîl dikin. Elîf Karakulak bi awayekî aktîf di xebatên komeleyê de cih digire têkildarî xebatên xwe de axivî.
Elîfê diyar kir ku jin bi awayekî aktîf di xebatên komeleyê de cih digirin û têdikoşin. Elîfê got: “Hatina malbatan re hejmar ajinan û nifûs zêde bûye. Bi vê rejî hewcedariya zarokan a dibistanê û gelek tiştên din zêde dibin. Her wiha ji bo ku em nasname, têkoşîn û çanda Kurd bidin jiyîn me ev ava kir. Komeleya Çanda Kurd hem di statuya fermî de hem jî bi şaredarî û saziyan re faliyetên hevpar dimeşîne.
‘Hatina wê ji bo zarokên Rojava ye’
Elîfê destnîşan kir ku faliyetên çandî û perwerdehiyê ya komeleyê li pêş e û xebatên komeleyê wiha rêz dike: “Hefteyê sê rojan jibo jinan kursa zimanê Japonî û lîstikên gelerî hene. Ji aliyê ciwanan re jî faliyeta asayîş-ewlehî û paqijiya dildar tê meşandin. Jin mehane bernameyê ‘Mutbexa Kurd’ çêdikin. Hatina wê diçe ji zarokên Rojava re. Em beşdarî panel, semîner û festîvala dibin. Em bi şaredariyê re beşdarî civînan dibin.”
Yekane saziya ku temsîl dike
Elîfê bi lêv kir ku komeleya fermî ya Kurdan a li Japonyayê, di asta merciyên fermî de bû muxatab û got Kurd di komeleyê de tên cem hev û Kurdan temsîl dike û got çapemeniya Japonyayê ji ser komeleyê xwe digihîne agahiyên rast.
‘Heyrana cesareta jinên Kurd e’
Elîfê bi lêv kir ku şoreşa Rojava bandoreke mezin li ser jinên Japon kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heyranê cesareta jinên Kurdin. Bi taybet jî berxwedana jinên Kurd ya li Rojava û Kobanê bandorek mezin li ser wan kiriye.”
(hu)