Endama YPS-JIN Sonay Engîn hat oxir kirin
10:31
JINHA
MELETÎ - Endama YPS-JIN Sonay Engîn (Nucan Malatya) a ku li qadên xwerêveberiyê navçeyê Sûra Amedê jiyana xwe ji dest dayî, ji aliyê jinan ve li Meletî hat oxir kirin.
Endama YPS-JIN Sonay Engîn (Nurcan Malatya) (38) a ku di berxwedana xwerêveberiyê dîrokî ya navçeya Sûra Amedê jiyana xwe ji dest daye, piştî testa DNA'yê ya du heyvan li gel malbatê hat teşîs kirin. Malbat cenazeya keça xwe ji Saziya Tipa Edliya Dîlokê wergirtin û ber bi gundê Boyaca Jorîn a girêdayî navçeyê Yazihana Meletiye ve hat birin. Cenazeyê Sonay di ketina gund de ji aliyê bi dehan konvoya wesayîtan ve hat pêşwazî kirin. Piştî wecîbeyên olî jinan tabûta Sonay hilda ser milê xwe û birin goristanê. Di dema birina cenazeya Sonay de bê navber dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Sûrê", "Bijî berxwedana YPS-YPJ'ê" û "Bê Serok jiyan nabe" hat berz kirin.
Li ser wesiyeta dayîka Sonay, cenazeyê wê li gel dayîka wê hat veşartin. Piştî wê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane sirûda "Çerxa Şoreşê" hat xwendin û deqeyek rêz hat girtin. Piştî cenaze hat defin kirin helbesta "Kurdistan" hat xwendin. Di merasîma deftinkriinê de berdevka Meclîsa Jinên Meletiya yê HDP'ê Perîhan Yûcekaya û Hevseroka Bajarê ya DBP'a Meletya Halîse Kutlu diyar kirin ku li Kurdistanê têkoşînek mezin tê dayîn û wiha gotin, "Em soza şopandina riya Nucan didin. Em ê ti car têkoşîna xwe jî ji bîr nekin."
'Em kamera û pênûsa wê werdigrin'
Hevserokê Cemiyetên Rojnamegerên Azad Hakki Boltan jî tevlî merasîma cenazeyê xebatkara Ozgur Halkê yê berê bû û diyar kir ku çapemenî eynikê civakê ne. Hakki anî ziman ku çapemenî şahidiya tevahî êşên civakê dike û wiha pêde çû, "Em ê çandê Apê Mûsa tu car bernedin. Kamera û pênûsa ku hevala me Sonay ji mera hêştî em dewir digrin û em sozê şopandina têkoşînê didin."
Birayê Sonay Nakîî Engîn jî wiha got, "Di nava vê têkoşînê de mirov dê bên girtin û jiyana xwe ji dest bidin. Serê me bi têkoşîna Sonay serbilinde. Bila serê Serok Apo û Kurdistanê saxbe."
(rc)