YPS: Me hêzên xwe vekşand divê ji bo sivîlan bikevin dewrê
11:18
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - YPS'ê bi daxuyaniyekî aşkera kir ku ji navçeya Nisêbînê hêzên xwe ji 25'ê Gulanê pê ve vekişandine û bangawaziya "Li Nisêbînê ji bo jiyana dayik, zarok, kesên sivîl biparêzin em banga xwedîlêderketinê dikin" kir.
Koordînasyona Giştî ya Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) têkîldarî berxwedana xwerêveberiyê ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê daxuyanî da û aşkera kir ku hêzên xwe ji navçeyê paşve kişandine. YPS'ê daxuyand ku li Nisêbînê 72 roj in bi biryarî û wêrekî berdewam kir û wiha hate gotin: "Ligel ku hêzên li ser navê dewleta tirk tevdigerin balafir jî di nav de hemû teknîk bikaranîn jî berxwedan heta îro berdewam kir ev encameke girîng e. Hêzên dewletê ku di şertên ku bêperwa tevdigerin pêwîst hatiye dîtin ku hêzên berxwedanê rewşa xwe biguhirînin. Ji ber vê yekê di çarçoveya biryara ku hatiye girtin de me hêzên xwe ji 25'ê Gulanê ji Nisêbînê bi awayeke serkeftî vekişan û gihiştin navendên xwe."
Di berdewama daxuyaniyê de jî wiha hate gotin:
"Niha li Nisêbînê yekîneyên me yên çekdarî nemane. Di vî rewşê de hinceta ku dewleta AKP'ê bajar zêdetir xira bike jî ji holê hatiye rakirin. Ji vî saetî şunde hêzên dewleta tirk a ku li Nisêbînê guleyekî biteqînin dê bê wateya ku van guleban berdidin mirovên bêçek û sivîl. Ji ber ku li qadê tu kesên çekdarî nemaye.
Jibilî vî li taxa Alîkayê dayik û zarok hene. Bi wan re hin birîndarên ji ciwanên herêmê hene. Jiyana van mirovên ku bê çek in niha di bin xetereyê de ye. Divê saziyên mafên mirovan, hêzên demokrasiyê, ji bo parastina mafên jiyanê ya mirovên sivîl ên li taxa Alîkayê bikevin dewreyê ev yek wekî peywirekî mirovî di rojevê de ye.
Em bang li gelê Nisêbînê û Mêrdînê yên welatparêz û hemû gelên Kurdistanê dikin ji bo jiyana van mirovên sivîl ên dayik û zarokan ên li Nisêbînê biparêzin bikevin dewreyê û xwedî li mirovên me derkevin.
Em bang li hemû derûdorên algirên demokrasî û mafên mirovan ên li Kurdistan û Tirkiyeyê dikin ku di vî mijarê de berpirsyariyên xwe bi cih bîni, mirovên me yên sivîl wekî li Cizîrê neyên qetilkirin bikevin dewreyê."
(rc)