Li Girtîgeha Tarsusê ser jinên girtî tindî zêdebûne
11:43
Sarya Gozuoglu - Filiz Zeyrek/JINHA
MÊRSİN - Di 12'ê nîsanê de ji Girtîgeha Sergirtiya Jinan a Karataşa Edenê 33 jinên girtî bi hinceta "Girtîgeh dibe ya vekirî" sirgunî Girtîgeha Tipa C ya Tarsusê kirin. Girtinên hatin sirgunkirin diyar kirin ku ser wan û ziyaretciyên wan sepandinên nebaş dikin.
Di 12'ê nîsanê de ji Girtîgeha Sergirtiya Jinan a Karataşa Edenê 33 jinên girtî bi hinceta "Girtîgeh dibe ya vekirî" sirgunî Girtîgeha Tipa C ya Tarsusê kirin. Di girtîgehan de ser girtiyên siyastî û malbatên wan tindî zêdebûne. Di ketin û derketina hevdîtinan de girtiyan di x-ray cîhazê re derbaz dikin, hem jî didin zorê sol û kincên xwe derxin. Hevberdevka TUAT-FED'a Edenê Nursel Kocabey diyar kir ku ser girtiyan û malbatên wan muameleyên nebaş tên kirin û wiha domand: "Jinên girtiyên nexweş dema daxwaza çuna nexweşxanê dikin piştî çend roja paşê bersivê didin. Dema dibin nexweşxanê jî sepandinên weke derxistina solê û bi kelepçeyê mayînekirinê ser wan ferz dikin. Her wiha ji bo jinên girtî gotinên nijadperest ên weke, 'Hun teroristin, we her tişt heq kiriye, hun hemû bimirin' dibêjin."
'Ser malbatan lêgera tazî ferz dikin û bê sol dişînin hevdîtinê'
Nursel da zanîn ku ji dema giriyên jin ji Girtîgeha Karataşa Edenê sirgunî Girtîgeha Tipa C ya Tarsusê kirine heya niha gotinên nijadperest û muameleya nebaş zêdebûye û wiha berdewam kir: "Jinên girtî rastî gotinên nijadperest ên garediyan û leşkeran tên. Dema girtiyan dibin nexwşexanê jî weke ku muameleyên xirab ên gardyan û leşkeran têrnake, vêcarê ji aliyê bijîşk û hemşîreyan ve jî rastî muamaleyên xirab tên." Nursel destnîşan kir ku dema malbatên girtiyên siyasî dixwazin biçin hevdîtinê jî rastî muameleya xirab tên û wiha dom kir: "Ser malbatan lêgera tazî dikin û wan bê sol dişînin hevdîtinê. Ji bo wê jî malbat vê tindiya ser wan û zarokên wan tê kirin napejirîne. Divê demildest dest ji van sepandinên dermirovî berdin. Em bang li rêveberiya girtîgehê dikin, dawî li tindiyên ser girtiyên jin bînin, ev sucê mirovahiyê ye. Girtiyên jinên siyasî vîna mene."
'Girtiyan xwestin tiştên jiyan dikin em bigihînin raya giştî'
Xwişka Ruken Zugurli ya ku ji Girtîgeha Rihayê sirgunî Girtîgeha Tîpa C ya Tarsusê hatî kirin Fatoş Zugurli çu hevdîtina xwişka xwe û zoriyên jiyankirî wiha anî ziman: "Bi hincentên li Rihayê girtîgeha jinan nîne xwişka min Ruken sirgunî Tarsusê kirin. Berê ez çume girtîgehên dinê jî hevdîtinê, lê heya niha ez rastî îskenceya lêgera tazî nehatime. Lêgerînek tacîzwarî heye. Gardiyan û leşkeran weke ku girtîgeh xistine bindestê xwe. Ji derve bi qasî sed leşkeran sekinîbûn. Dema ku em ketin salona hevdîtinê muameleyên keyîfî li me kirin. Dema ku hevdîtin qediya hevalên jin hemû bi hev re kombûn û axaftin kirin. Jinên girtî diyar kirin ku hemû tiştên li vêderê em dijîn ji bigihînin raya giştî."
'Jinên girtî li hember tindiyan li ber xwe didin'
Fatoş di derbarê tiştên ku jinên girtî jiyan dikin de wiha axivî: "Solên her kesê derdixin, vê jî ji bo serçemandina jinên girtî dikin. Ser jinên girtî jî bi awayek tacîzwarî lêgerînê dikin. Ji ber ku jinên girtî nû birine wê girtîgehê ser wan deshilatiya xwe ya mêrane didin ferzkirin, li hemberî wan jin di berxwedanê denin. Banga jinên girtî jî ewbû ku em van tindiyên ser wan û malbatên wan bigihînin raya giştî."
(zt)