Li Elbakê semînerên 'zayendiya civakî' berdewam dikin
11:51
JINHA
WAN - Şaredariya Elbakê demeke bi semînerên der barê 'Zayenda civakî' de ya ku bi armanca newekheviya zayendî di nava civakê de bê rakirin û serwextbûnê bide avakirin, tên li darxistin berdewam dike.
Xebatên der barê newekheviya zayendî de berdewam dikin. Herî dawî Şaredariya Elbakê demeke bi semînerên der barê 'Zayenda civakî' de ya ku bi armanca newekheviya zayendî di nava civakê de bê rakirin û serwextbûnê bide avakirin tên li darxistin, berdewam dike. Semînera li kuçeya Zengilava ya li taxa Hafiziyeyê hat li darxisitn de, xebatkarên şaredariyê û gelek jin beşdar bûn. Civaknasa jin Rojbîn Firan di semînerê de axivî û diyar kir ku têkoşîna jinê ya ku bi salan e tê meşandin, nasnameya jinê gelekî derxistiye pêş. Rojbîn li ser girîngiya semînerê jî rawestiya û aşkera kir ku armanca semînerê ew e ku qalibê ji hêla civakê ve ji bo jin û mêr hatiye diyar kirin, divê civak xwe di aliyê hişmendiyê de jê qut bike û wiha got: "Armanca me ew e em wekheviya jin û mêr bigihînin pêşerojê."
Rojbîn di dewama axaftina xwe de aşkera kir ku jin di hemû qadên civakên ên wekî mal, kuçe, kargeh û dibistanê de bi newekheviyê re rû bi rû tê hiştin û wiha pêde çû: "Armanca me ew e ku em vê newekheviyê ji holê bidin rakirin û nêzikatiya çîna duyemîn bi dawî bikin. Dê bi vê semînerê jinên Elbakê baweriyekî bidin keç û kurên xwe."
Semîner, bi pirs û bersivan bi dawî bû.
(zt)